Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi Cîgirê Alîkarê wezîrê Derve yê Amerîka Nûnerê Taybet bo Sûriyê Ethan Goldrich, û Rêveberê Giştî yê Platforma Herêmî ya Sûriyê di Wezareta Derve ya Amerîka de Nicholas Grainger û Rêvebera Herêmî ya Ajansa Amerîka bo Geşepêdana Navdewletî Sonella Haysey re duh li stanbolê civiya, û bi wan re pêşhatên siyasî û pêşketinên rewşa meydanî li Sûriyê bi taybetî bûyerên Dêra Zorê û tevgera li Siwêda û Deraa û başûrê Sûriyê dibe gotûbêj kirin.
Û di Hevdîtinê de Cîgirên Serok Ebdilehed Istêfo û Ruba Hebûş û Endamê Desteya Siyasî Zuhêr Mihemed û Endamê Desteya Giştî Enes Elebde Amade bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî