Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, duh înê, li gel Serokê Şanda Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê Dan Stoinescu civiya, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kirin.
Û di civînê de Cîgirên Serok Ebdulmejîd Berekat û Dîma Mûsa û Hevrêzkarê Ofîsa Pêwendiyên Derve Ebdulehed Istifo amade bûn.
Û amadebûyan behsa rola Yekîtiya Ewropayê di dosya Sûriyê de û piştgiriya ku ji Sûriyê re pêşkêş dike kirin, nemaze di warê pêşdebirina ber bi pêkanîna çareseriya siyasî ya berfereh de, di rêya cîbicîkirina tam ji biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 re, ya ku daxwaza bingehîn a gel li tavaya Sûriyê ye.
Û di vê çarçoveyê de, amadebûyan tevgera aştiyane ya gel li parêzgeha Siwêdayê û deverên din li Sûriyê û siloganên niştimanî yên xwepêşanderan ên ku derbirîna daxwazên tevaya gelê Sûriyê dikin bilind kirine, nemaze cîbicîkirina biryara 2254an ji bo ku bighêjin dewleteke hemwelatîbûna wekhevî li ser bingeha dadwerî, azadî, rûmet û serweriya yasayê û demokrasiyê, gotûbêj kirin.
Û Hevbendiyê tekezî li ser giraniya êş û azarên gelê Sûriyê kirin, ên ku rojane li deverên rijêmê rastî wan tên ji encama siyasetên rêbazkirî ên ku rijêm pêk tîne, da ku berê welatiyan bide koçberiyê û xwestina penaberiyê ji dewletên ewropayê, , û herdû aliyan tevaya astengî û pirsgirêkên ku rijêm li pêşiya saziyên navnetewî û ewropî datîne, da karê wan ê ji bo sivikkirina êş û azarên gelê Sûriyê li seranserê welêt asteng bike, û vê yekê baweriyeke giştî ya navdewletî çêkiriye, ku rijêm û saziyên wê yên curbecur li ser bingeha gendeliyê ava bûne.
Û tevaya amadebûyan hevnerîn bûn li ser berdewamiya rijêmê di siyasetên astengkirinê û redkirina tevlêbûna erênî di nav proseya siyasî de ya ku Netewên Yekbûyî li Cinêvê serpereştiya wê dike, û berdewamiya wê li ser piştgirêdana bi rêbaza tundûtûjiyê li dijî gelê Sûriyê, û berhemdan û hinartina keresteyên hişbir bo dewletên herêmê û hemû cîhanê, û ku ev yek metirsiyeke rasteqîn çêdike, ne tenê li ser gelê Sûriyê lêbelê li ser hemû dewletan.
Û beşdaran dosya mirovî û xitimîna di Encûmena Ewlekariyê de ji encama rakêşanên di navbera dewletên endam de, ku bû sedema dirêjnekirina biryara gihandina alîkariyên navdewletî di riya sînoran re, û rê li ber gihandina wê bo deverên ne di bin kontirola rijêmê de digre, gotûbêj kirin, ev jî giringiya dîtina mîkanîzmên berdêl bo çakkirina rewşa jiyana sûriyan li wan deveran diçesipîne, û Serokê Hevbendiyê plana karê Hevbendiyê ji bo qonaxa dahatî ya ku çakkirina asta xizmetguzariyan û rewşa ewlehî û aborî li wan deveran şirove kir, û bal kişand ser giringiya çêkirina jîngeheke ewle û serweriya yasayê bi awayekî ku veberhênanê li bakurê Sûriyê geş bike û derfetên kar peyda bike, ji ber ku hejmareke mezin ji niştecihên wan deveran û derbiderên wan heye, û rêyên pêşdebirina perwerdeyê û piştgirî û nûavakirina rêbazan û kadroyên xwendinê û avahiyên wê da ku danpêdan bi bawernameyên wan bibe, û giringiya piştgiriya biryarên Hikûmeta Sûrî ya Demkî bo cîbicîkirina vê pilanê ji bo ku ewlehî û aramiyê li deverê xurt bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî