Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, civînek li gel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed kurê Ebdilrihman al Sanî li New Yorkê li rex karên civatên xola 77emîn a Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li dar xist.
Û herdû aliyan di civatê de behsa pêşketinên meydanî û siyasî kirin, û Elmislit tekezî li ser giringiya rola erebî di piştgiriya veguhestina siyasî de li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 kir, û rola Qeterê û helwestên wê yên pirensîpî di piştgiriya gelê Sûriyê de bilind nirxandin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi gotara Mîrê dewleta Qeterê Şêx Temîm kurê Hemed al Sanî di Netewên Yekbûyî de diyar kir, û cext kir ku di amajeyên xwe de kûr bû, û xwedî pirensîp bû di derbirîn û helwestan de, û got ku ji berê de dewleta Qeterê ya bira piştgira dozên gelên ereb bû, û piştgiriya daxwazên wan di azadî û mafê çarenûsî de dike.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Qeterê careka dî tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ji daxwazên gelê Sûriyê û pabendbûna bi pirosesa siyasî bo bidawîanîna derdeseriyên sûriyan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî