Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li gel şandekî Encûmena êl û hozên Sûrî civiya, û mertalê Encûmenê wergirt, û wî ji hêla xwe ve spasiya wan li ser baweriya ku danê kir, û serkirdayetiya Encûmen ya nû pîroz kir, û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Û Elmislit tekezî li ser rola giring a Encûmena êl û Hozan di şoreşa Sûriyê de û bandora wê li ser aştiya sivîl û çareserkirina nakokiyan û rêkûpêkirina civakê kir.
Û cextî li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hevrêziyê ji bo rûbirûbûna kêşeyên dahatî û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî