Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyekê arasteyî Nûnerê Bilind yê Siyaseta Derve û Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropa Joseph Borel kir, û têde stratîciya Yekîtiya Ewropa derbarê Sûriyê ya di sala 2017an de deraniye û ji şeş xalan pêk tê bibîr anî.
Û Elherîrî bal kişand ser ku wê stratîciyê bêtir giringî dabû bidawîkirina cengê li sûriyê di riya veguhestina siyasî ya rasteqîn re, li gor biryara 2254, her weha piştgiriya mana nişteciyan û civaka sûrî di riya dabînkirina fêrkirinê û afrandina derfetên kar, û piştgiriya desteyên xwecihî yên sivîl li deverên rizgarkirî tevî karê li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî.
Û Elherîrî diyar kir ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî weke saziyeke cîbicîkar li deverên rizgarkirî dixebite, û karê wê yê sereke pêşkêşkirina xizmetkariyên bingehîn e, û rêvebirina karûbarê nişteciyên sivêl, daku aramiyê pêk bîne, û dewleteke dadwer a ku mafên tevaya welatiyan tê de wek hev be ava bike.
Û bal kişand ser ku tevî astengiyên mezin û dijwariyan û tunebûna jêderan û hindikbûna piştgiriyê li hember zehmetiyên ku dikevin riya wan de, Hikûmeta Sûrî ya Demkî karîbû cihekî li hundirê Sûriyê ava bike, ew jî di riya dabînkirina xizmetkariyên sereke bo welatiyan û parastina saziyên dewletê li deverên rizgarkirî.
Û diyar kir ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî di pirojeyên xurtkirina saziyên opozisyonê û pêşkêşkirina xizmetkariyên sereke bo welatiyên sûrî berdewam e, û di nameya xwe de got ku hikûmet hemû karînên xwe bo çaksaziyê û nûjenkirina saziyên jîndariyê bi kar tîne, daku xizmetkariyê di kartên sereke de wek tenduristî û ewlekarî û hînkirin û hîndariya bilind, û jiyan bi gelemperî vegere rewşa xwe ya asayî.
Û Elherîrî tekezî li ser rola Hikûmeta Sûrî ya Demkî ya girîng di civaka sûrî de û parastina yekîtiya xaka sûriyê kir, û got ku hevbendiya niştimanî giringiyê dide piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî daku rêvebiriya deverên rizgarkirî bi awayekî çalak bike, û ewlehiyê vegerîne deverê û xizmetkariyên sereke bo nişteciyên sivîl pêşkêş bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Yakîtiya Ewropî kir ku piştgiriya xwe bo Hikûmeta Sûrî ya Demkî pir bikin, daku di vegera jiyana asayî bo deverên rizgarkirî alîkar be, û bal kişand ser ku zêdetir ji 5 melyon nişteciyên deverê dê sûdê ji pirojeyên ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî bipêş xistine werbigrin.
Û Elherîrî tekez kir ku piştgiriya van pirojeyan tiştekî pir girîng e, daku niştecî nekevin xefka rêxistinên terrorist ên ku hewl dikin ku pêdviyên sivîlan ji xwe re bikar bînin û wan wek leşker tevlî rêzên xwe bikin, û cextî li ser giringiya piştgiriya pirojeyên karta hînkirin û çandin, û dad û ewlekariyê kir.
Û tekezî li ser giringiya dirêjkirina biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2533 ya taybet bi derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya dergehên sînorî re kir, û pêwîstiya şandina alîkariyên hawarçûnê di riya herçar dergehîn sînorî re, û vekirina dergehê pêncemîn li bajarokê Girê Sipî yê parêzgeha Reqayê daku gihiştina alîkariyan bo hejmarek mezin ji xelkên hewcedar re misoger bibe.
Û Elherîrî got ku giringiya nûkirina biryara navdewletî ji pêdviya berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî û bizîşkî tê, nemaze di rewşa mirovahî û aborî ya bi êş û kêşeya vîrûsê korona de, û hêviyên ku Rûsiya nûkirina biryarê asteng neke anî ziman, ji ber ku ew astengî dê bibe sedema bobelateke mezin ji ber hejmara mezin ya derbideran li deverên rizgarkirî.
Û Yekîtiya Ewropî û dewletên dostên gelê sûrî li ser standina rêşûnên derveyê Encûmena Ewlekariyê han dan, daku gihandina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re bo hewcedarên li Sûriyê misoger bibe.
Û tekezî li ser giringiya Kongirê Biroksilê yê derbarê piştgiriya pêşeroja Sûriya û deverê di warê piştgiriya pêdariya gelê sûrî de kir, her weha helwestên Yekîtiya Ewropî di tevlênebûna pirojeya nûavakirinê ta bighînin çareya siyasî ya rasteqîn li ser bingeha biryara 2254 bilind nirxand.
Û Elherîrî pesnê biryara Yekîtiya Ewropî derbarê nûkirina sizayên li ser rijêma Esed hatine sepandin da, û tekezî li ser giringiya ku sizayên Emrîkî û Ewropî bandorê li gihandina alîkariyên mirovî û bizîşkî bo welatiyan nekin kir.
Û Elherîrî tekez kir ku çareya siyasî ya domdar li sûriyê çênabe bêyî avakirina desteya hukimê veguhêz, ya xwedana karînên cîbicîkirinê li gor biryarên Encûmena Ewlekariyê ya navdewletî û nemaze daxwiyaniya Cinêvê ya sala 2012 û biryara Netewên Yekbûyî hejmar 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî