Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî serokê Emrîkî yê nû Joe Biden kir, û ji careke din baweriya xwe anî ziman ku Emrîka rola xwe ya pêşeng di civaka navdewletî te berdewam bike, û piştgiriya aştî û ewlehiya navdewletî bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî dilxweşiya xwe derbarê bizavên mezin û domdar yên ku Waşinton ji bo piştgiriya doza gelê Sûrî di xebatên bo azadî û demokrasiyê de dike diyar kir.
Û Elherîrî tekezî li ser giringiya ku Waşinton pêngavin cidî bo piştgiriya pêkanîna veguhestina siyasî ya tam û rasteqîn li Sûriyê kir, li gor daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên Encûmena Ewlekariyê 2018 û 2254 û biryara civata giştî ya Netewên Yekbûyî 262/67.
Û cext kir ku ew rêya yekem e bo gihîştina çareya siyasî ya berfireh yaku dê hêviyên gelê sûrî pêk bîne û pêre di derbaskirina rewşa dijwar de alîkar be, û dewleta azadî û dadweriyê û hukumdariya hişmend ava bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî