Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke spasiyê arasteyî Wezîrê Derve yê Birêtaniya Dominic Rabin û Wezîrê Birêtanî yê Karûbarê Rojhilata Navîn, James Cleverley kir, li ser helwestên welatê wan ên baş derbarê piştgiriya hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmetê de.
Û Elherîrî di nameya xwe de pêşwaziya pabendiya ku Hikûmeta Birêtanî xuya kiriye derbarê sizakirina berpisyarên di ber tewanên li Sûriyê bûne kir, û tekezî li ser giringiya biryara Birêtanî ya veguhêstina sizayên Yekîtiya Ewropa dijî rijêma Esed û hevparên wê bo sîstema cezayên Birêtanî yên taybet derbarê Sûriyê kir.
Û Elherîrî piştgiriya Hevbendiya Niştimanî derbarê çi xebatên Birîtanî bo vegerandina mafê qurbaniyan û nehêlana ku tewanbar ji sizayan rizgar bibin û danîna sînorekî li pêşiya tewanên qirkirinê û tewanên dijî mirovahiyê û binpêkirinên metirsîdar derbarê mafên mirovan yên ji aliyê rijêma Esed ve dermafê gelê Sûrî pêk hatine anî ziman.
Û Elherîrî bal kişand ser amadebûna Hevbendiya Niştimanî ya tam bo hevkariya li gel tîmên yasayî di Hikûmeta Birîtanî de ji bo pevguhertina agahiyan û şopandina cîbicîkirina yasayan û sizakirina tewanbaran, di riya komîteya yasayî û tîmên pispor û Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan û doseya lêpirsîn û mafên mirovan.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî hêvîdare ku hîn bêhtir fişarên diplomasî û aborî li ser rijêma Esed pêk werin, û sizayan bikar bînin bo nehêlana yên girêdayî rijêma Esed, nemaze Esma Esed û malbata wê yên nasnameya Birîtanî hildigrin ku derbasî Birîtaniya bibin, an sûdê ji bankên Birîtanî û aboriya Birêtanya bi çi awayî bibînin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaza sizakirina malbata Esed û destdanîna ser malûmilkên wan ên veguhêz û yên neveguhêz bo berjewendiya gelê Sûrî kir, ji bo rawestandina perepêdana rijêma ku tewanên cengê dermafê gelê xwe û serkutkirina sivîlan de bi awayekî hovane pêk tîne, û bal kişand ser baweriya Hevbendiya Niştimanî bi pabendiya Birêtaniya bi piştgiriya doza rewa ya gelê Sûrî.
Û Elherîrî di nameya xwe de cextî li ser girîngiya pêngavên cidî bo pêkanîna veguhêza siyasî bi awayekî tam û rasteqîn kir, li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254 û biryara Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî 262/67 da bighêje çareya siyasî ya tam û hêviyên gelê Sûrî pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî