Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, pêşwaziya Rêvebirê Koçberiyê li bajarê Stanbolê Receb Bato kir, û pêre ketwarê Sûriyên li wî bajarî dijîn û pirsên herî girîng û hewcedariya dîtina çaresariyan gengeşe kir.
Û di civîna ku li Baregeha Hevbendiya Niştinanî ya Sûrî ya li bajarê Sitanbolê lidar ket, Endamê Desteya Siyasî yê Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Tirkiyê, D. Nezîr Elhekîm, û Endamê Desteya Giştî Hevrêzkarê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş Ehmed Bekora amade bûn.
Û herdû aliyan tekezî li ser girîngiya karê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş di xurtkirina hevkarî û hevrêziyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Tirkî de kirin, û cextî li ser pêwîstiya berdewamiya hevkariyê û kûrkirina têkliyên dikevin xizmeta Sûriyan li Tirkiyê kirin.
Û Elherîrî şiroveyek berfireh li ser karê Hevbendiya Niştimanî û pêkhatên wê ji partî û sazîyên cîbicîkar li deverên rizgarkirî û di serî de karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîniya Hevrêziya Piştgiriyê pêşkêş kir.
Û tekezî li ser pêwîstiya karê ji bo çakkirina ketwarê Sûriyan li Tirkiyê, her weha çareserkirina tevaya pirsgirêkên wan û rewşa îqameyên wan bi awayekî yasayî kir.
Û Elherîrî sipasiya xwe ji Hikûmeta Tirkî û gelê Tirkiyê re li ser pêşwaziya wan ji çar melyon Sûrî re li ser xaka Tirkiyê pêşkêş kir, û cextî li ser têkliyên kûr di navbera herdû gelên bira de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî