Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzîên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Anas al-Abdah, peyamek vîdyoyî derbarê cejna serxwebûna Sûriyê birêkir, û daxwaz ji tevaya aliyan kir bo yekrêziya kar ji bo armanca herî nirxdar ya serxwebûna rasteqîn û avakirina dewleta azadî û rûmetê.
Û got ku dema çêkerên serxwebûnê yên yekemîn ev al bijatine daku bibe ala serxwebûn û azadiya Sûriyê be, ne dihate balê wan ku gelê Sûriyê dê milyonek şehîd bide daku vê alê li rîya azadî û rûmet û serxwebûnê de rakê.
Û bal kişand ku piştî tewan û bêserûberiya ku rêjîmê li seranserê welêt di neh salên borî de belav kiriye, hin şaştî gihîştin hejmarek ji movikên şoreşê jî, û tekezî li ser pêwîstiya kar ji bo hilandina wan şaştiyan kir, daku em şoreşa xwe vegerînin wek rojên wê yên ewil, û dît ku şoreş wê saxlemiya xwe vegerîne gava em baweriyê bi hev vegerînin.
Û anî ziman ku tiştê herî pêtir ziyan bi şoreşê kirî pirbûna ecendeyan û dijheviya wan e, û dît ku ew jî herdem di bercewendiya tewankar de bû, û cext kir ku rêjîma Esed derdê Sûriyê yê rasteqîn e, gava ku bajar û avahiyên giştî û navendên bijîşkî bobebaran kirine, û çekên kîmawî bikar anîne.
Û got ku gelê Sûriyê piştî van qurbaniyan hêjayî dewletekê bo hemû Sûriyan ne, dewleta dûrî alîperestî û mezhwbiyê, dewletek kes tê de neyê bidûrxistin, dewletek dîmqratîk û sivîl û cûrbrcûr be, tê de rûmeta welatiyan bête parastin, û tê de şiyanên gelê Sûriyê yê gewre bêtin xuyakirin, daku cihê xwe yê hêja di nav gelan de bigre, dewleta qanûn, azadî û wekheviyê, tê de mirov ji ber baweriyên xwe yên siyasî an olî an netewî neyê cezakirin, û ji ber ramanên xwe ve an baweriyên xwe ve neyê sizedan.
Û diyar kir ku sedemên hêştine gelê Sûriyê bi raperîna xwe rabe hîn berdewam in, ew jî tê wateya ku şoreş hîn maye, û got ku divê êş û azarên em tê re îro derbas dibin nehêlin ku em sedemîn rasteqîn yên ku hiştine em bi şoreşê rabin jibîr bikin, û dive em hercar bînin bîra xwe ku azadî û rûmet hêja ne.
Û serokê hevbendiyê got ku ez dixwazim peyvên pasvanê şoreşa me .. şehîd Sarût bînim ziman .. “heya mirovek li sûriyê heye û tik tika dilê wî bi rûmetê lêdikeve, şoreşa me wê biserkeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî