Beşê Karûbarê Qanûnî di Emîndariya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoerş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku qanûna hejmar 6 ya sala 2020an ya ku ji hêla rêjîma Esed ve derketî, di çarçoveya sitratîcîyên rêjêmê û siponserên wê di guhartina demografî û destdanîna ser malûmilkên rikberên rêjîmê de tê.
Û beşê karûbarê qanûnî yadnameyek derxist, û tê de amaje bi xalên di qanûna ku di 17 adara borî de derketî kir, ya tê de hatî ku ew qanûn wek berdewamî ji qonaxa yasaya sitandina malûmilkan de tê, û got ku ew qanûn dihêle kesên bi rêjîmê ve girêdayî, an yên ji derve alîkarî ji wan re tên, destê xwe deynin ser malûmilkên gel û veguhêze bo berhemînana kesayetî, daku dest deynê ser milkê pêkhatên Sûriyê yên ku li hember rêjîmê derketine, û hewil dane ku rêjîmê birûxînin.
Û yadnameyê eşkere kir ku ev qanûn di dema dûrbûna nîvê gelê Sûriyê ji dever û milkên xwe bi rengekî kotekî de hat, daku bi hêsanî pirosesa destdanîna ser milkê rikberên Sûrî bicî were, û çespandina qanûnên berê, wek qanûna hejmar 10 ya ku pir rexneyên xwecihî û navdewletî derxistine holê.
Û yadnameyê diyar kir ku qanûnê mijara ku nîvê gelê Sûriyê dinavbera penaberiyê û derbideriyê û yên aware bûne û yên ku şaxên ewlekarî yên rêjîmê bi dû ketine piştguh kir, ew kesên ku nikarin herin pêşiya deselatên rêveberî û dadgeh û dezgehên dewletê daku mafê xwe bixwazin, an mafê xwe biçesbînin, û bal kişand ku wê zagonê derfet da alîgirên rêjîmê daku bercewendiyên xwe biçespînin.
Û yadnameyê bal kişand ser pirosesa firotina ji malûmilkan re, û ew jî dihêle ku kesên ji rêjîmê ve nêzîk û yên ji derva ve alîkarî jê re tên zêdetir ji 85% milik li ser hesabê Sûrîyên di bin xêza hejariyê de dijîn be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî