Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana Encumena Xwecihî ya bajarê Babê li gundewarê Helebê kir.
Û di vê serdanê de endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiyê Mihemed Yasîn Û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon û endamê Hevbendiyê Heysem Elşihabî hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Serokê Hevbendiyê û Şandê Pêre bi Serokê Encumena Xwecihî yê bajarê Babê D. Mustefa Elosman û Cîgirê Giştî Redwan Esfûr û endamin ji Encumena Xwecihî re civiyan, û behsa rewşa ewlehî û mirovahî li bajêr û nemaze dosya avê kirin.
Û Elmislit got ku pir girîng e hevdîtin di navbera Hevbendiya Niştimanî û xelkê bakurê Sûriyê de berdewam bibin, û got ku Hevbendî saziya tevaya sûriyan e, û pêşindeya karên wê ew e ku pêwendiyan li gel xelkê me bike û şêwira bike da beşdariyê di nerîn û biryarê de bikin, di riya xurtkirina nûnertiya tevaya hêzên sivîl û şoreşgerî di rêzên wê de.
Û Elmislit aşkire kir ku zincîrek ji derewan heye dijî Desteya Siyasî û opozisyonê û gelê Sûriyê yên serhildêr bikar tên, ew ji aliyê rêjîma Esed ve têne çêkirin.
Û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku tiştê ku gelê Sûriyê pêşkêş kiriye gewre û mezin e, û ew miletekî serhildêr û azad e, û bi şoreşê rabû daku derbirîna azadiya xwe bike, û em nahêlin tukes sivkatiyê bi qurbaniyên gelê Sûriyê bike.
Ji aliyê xwe ve Serokê Encûmena Xwecihî li bajarê Babê Mustefa Elosman, tekez kir ku xelkê Babê serdana serokê hevbendiyê û şandê pêre bo bajarê Babê bilind dinirxîne, û got ku ew di nav wan de ye berovajî hemû gotegotên ku ji aliyê rêjîma Esed û alîgirên wê ve tên belavkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî