Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit bi hevaltiya Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Wezîrê Berevaniyê Hesen Elhemade serdana yek ji baregehên Artêşa Niştimanî ya Sûrî li gundewarê Helebê kir.
Û di vê serdanê de endamên Hevbendiyê Ehmed Remedan, Yasir Elferhan, Ehmed Elşihadî, Necîb Rehmon, Esed Elîto û Atêf Zirêq hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û şandê pê re li amadekarî û xebatên avakirina saziya Artêşa Niştimanî weke saziyeke rasteqîn ya ku berevaniyê di ber sûriyan de dike û wan ji rijêma Esed ya tawanbar û piştgirên wê û milîsên teroristî diparêze, temaşe kirin.
Û bal kişand ser pêwîstiya yekrêziya xebatên Artêşa Niştimanî ya Sûrî di hundir pergalekî rêvebirî de, û xurtkirina Artêşê daku karibe bi erkê xwe rabe, û cextiyê li ser pabendiya leşkerî û yasayî bike, û çi kesên zêdegaviyên tekane dikin sizayê bibînin, û nahêlin ku ew kiryar bi çi bihaneyê an rewşê de dubare bibin.
Û Elmislit tekezî li ser bizavê Hevbendiya Niştimanî di piştgiriya karên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û bihêzkirina wê di rêvebirina deverên rizgarkirî de bi awayê herî tam kir, daku hîn bêhtir xizmetkariyê bo xelkê me li bakurê azad pêşkêş bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî