Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit serdana dergehê sînorî yê Serê Kaniyê kir, û hevdîtinek li gel rêvebirê dergeh lidar xist, û beşên dergehê û rêvebirina kar têde temaşe kir.
Û endamê Desteya Siyasî Ehmed Tuhmê û endamê Hevbendiya Niştimanî Hisên Elread û Wezîrê Çandiniyê Heyl Elkeleş hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Elmislit dorpêça berdewam ya li ser herêmê û paşveçûna navdewletî di piştgirîkirina deverê de rexne kir, û dît ku ew rêgiriyê li vegerandina ewlehî û aramiyê dike, ji bilî wê yekê jî dibe asteng li pêş vejandina rewşa aborî.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî kar li ser lidarxistina civîn û hevdîtinan li gel dewletan dike, ji bo dabînkirina pêdviyên deverê û şikandina dorpêça ku li ser hatiye ferzkirin.
Û Elmislit bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî pêgiriyê bi pirensîpên şoreşa Sûrî û daxwazên gelê Sûriyê ji bo pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî