Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û şandê pêre, serdana dîwana Encumena Êl û Hozên Sûrî li devera Sico li gundewarê Helebê kir, û hevdîtinek li gel endamên Encumen li dar xist, û bi wan re behsa biryarên dawîn yên ku Hevbendiya Niştimanî di çarçoveya çaksazîkirin û pirosesa berfirehkirinê de pê rabûye kir.
Û di hevdîtinê de Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û herdû endamên Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û Yehya Mektebî û endamên Desteya Giştî Fîras Elmisrî, Feysel Sultan, Necîb Rehmon, Atif Zirêq û Esed Elîto beşdarî kirin.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya pirosesa çaksaziyê yaku Hevbendiya Niştimanî pê radibe kir, û bal kişand ser ku pirosesa çaksazîkirinê bidawî nehatiye, û dê pêngavin dî li pey werin, nemaze di warê nûnertiya rasteqîn ji pêkhatên çalak li ser xakê re de.
Û Elmislit diyar kir ku hewcedariyeke mezin bi xurtkirina hevkarî û hevrêziyê û afrandina seqayeke hevgirtin û lihevkirinê ji bo temamkirina pêngavên çaksazkirinê yên di pey re heye, nemaze nûnertiya pêkhatên çalak li ser xakê.
Û bal kişand ser ku serkeftina tevaya hêzên şoreşê û saziyên siyasî û sivîl û leşkerî di nûnertiya pêkhatên rasteqîn de, dê nûnertiya gelêrî ya rasteqîn bide Hevbendiya Niştimanî, û rewaya wê xurt bike, ew jî dê bi awayekî erênî bandorê li rewşa meydanî û siyasî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî