Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana “Komeleya Mala Furatî” li bajarê Stanbolê yê Tirkiyê kir, û di serdanê de tekezî li ser giringiya karê malên weha di komkirina sûriyan de û rabûna wan bi roleke çandî ya girîng kir, her weha rola wan di pevdanasîna tevaya xelkê deverên Sûriyê de.
Û di vê serdanê de herdû endamên Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û Ebdellah Gedo Hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî behsa rewşa taybet a sûriyan a ku her roj aloztir dibe kir, û got ku rola erênî ya van Komele û malan di ronîkirina rewşên dawîn ji sûriyan re pir giring e.
Û Elmislit cext kir ku ev mal mîna navendekê ye ji revenda Sûrî re, û dît ku ew weke bingeheke civakî ya sivîl e, ya amade ye ku bibe bingeh ji tevaya sûriyan re li mişextiyê.
Û tekez kir ku ev kombûn dikarin nasname û kultûra Sûriyan biparêzin, ji bilî karîna wê ku bibe baştirîn girêdan di navbera wan û saziyên dîtir yên şoreş û rikberiya Sûriyê yên fermî de.
Û Komeleya Mala Sûrî yaku xelkê devera rojhilat rêvebiriya wê dikin, nêzî 240 kesan ji curbecur pêkhat û bijartiyên civakê di nav xwe de dihewîne, û bal kişandin ser girîngiya xurtkirina têkiliya bi herêmên rizgarkirî re û xebatên ji bo ku serdan bo wê deverê bibin, û pêwendiyan li gel xelkê deverên hundir xurt bikin, û bal kişandin ser pêwîstiya hebûna Hevbendiya Niştimanî li kêleka wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî