Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit çend name ji Erebistana Siûdî, Misir û Qeterê re şandin, û têde spasiya helwêstên wan yên neguhêr derbarê hevxemiya wan bi gelê Sûriyê û doza wî ya pak re kir, her weha redkirina normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed û redkirina vegera wê bo Komkara Erebî.
Û Elmislit tekezî li ser rola giring û sereke ya Qiralgeha Erebistana Siûdî, Misir û Qeterê derbarê piştgirîkirina gelê Sûriyê di têkoşîna wî bo azadî, rûmet û dadmendiyê de kir, her weha di dosya siyasî û dîplomatîk de, yaku dikare dosya çareseriyê li Sûriyê bilivîne, û beşdariyê di hiştina civaka navdewletî û erebî de ber bi cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê bike, û di serî de biryarên 2118 û 2254.
Û tekezî li ser girîngiya rola Erebî ji bo rûbirûbûna derbasbûna leşkerî û siyasî ya Îranê û projeya wê ya xerab a ku rejêma Îranê hewl dide ku di riya rijêma Esed re pêk bîne, û di riya wê re dixwaze tevna civakî ya Sûriyê û deverê jihev bixe.
Û Elmislit di nameyên xwe de bal kişand ser giringiya berdewamiya dewletên erebî di vederkirina rijêma Esed ku tevlî rewakirina rijêmê nebin, beşdariyê di nûavakirina wê de nakin, û wê di Komkara Erebî de nepejrînin, ji ber ku rewatiya wê nîne û nûneratiya Sûriyê û gelê wê nak, û cext kir ku pejrandina wê tê wateya ku Îran dê bikaribe nûnerê xwe li ser kursiya Sûriyê di Komkara Erebî de bi cih bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî