Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî di Civîna Desteya Giştî Ya 69emîn de Şiroveyekê li Ser Dawîn Pêşhatên Siyasî û Meydanî Pêşkêş Dike

November 23, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî di Civîna Desteya Giştî Ya 69emîn de Şiroveyekê li Ser Dawîn Pêşhatên Siyasî û Meydanî Pêşkêş Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra di destpêka civîna Desteya Giştî ya Hevbendiyê di xuleya wê ya 69emîn a li baregeha hikûmeta demkî ya Sûriyê li gundewarê Helebê li dar ket de, şiroveyek derbarê pêşhatên dosya Sûriyê di warê siyasî û meydanî de pêşkêş kir.

Serokê Hevbendiya Niştimanî behsa pêşhatên siyasî yên dawî di dosya Sûriyê de kir, û amaje bi pêwîstiya bilindkirina giringiya dosya Sûriyê li nav civaka navdewletî kir, bi taybetî li rex welatên çalak û bibandor, ji ber ku ew niha li gorî rêvebirina qeyranê serederiyê bi Sûriyê re dikin, li şûna şopandina siyasetên gihiştina çareseriyeke siyasî ya dibe rê ji bo cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar, bi taybetî biryara jimare 2254, û got ku pêwîstî bi hewlên zêdetir heye ji bo vegerandina dosyayê bo lîsteya pêşîneyên wan welatan.

El-Behra got: Berdewamiya van siyasetan ji aliyê welatan ve, dê bibe sedema zêdebûna azarên Sûriyan û paşguhkirina hêviyên wan, û dewlet di wê baweriyê de ne ku ew dikarin rewşa xitimandinê ya ku gelê Sûriyê ti carî wê napejirîne bisepînin, û nîşana herî mezin jî serhildana aştiyane ya li Suweydayê ye, ya daxwaza çareseriyê û pêvajoya siyasî û cîbicîkirina biryara jimare 2254 a encûmena asayîşê ya li gor hêvî û daxwazên piraniya şêniyên Sûriyê dike, herweha berdewamiya xitimandinê dibe sedema berdewamiya kirîza aborî û lezkirina ber bi rawestana tam a tevgera aboriyê, ji ber vê yekê eger ev rawestan di proseya siyasî de berdewam bimîne, dê bibe sedema nemana karînên saziyên dewletê.

 Serokê Hevbendiyê amaje bi wê yekê jî kir ku yek ji ziyanên herî mezin yên li sûriyê bûne di warê jidestdana insanên wê de ye, wek mînak: ji sedî 70ê karmendên pizîşkî û tenduristiyê li derveyî Sûriyê ne, ku ev yek hevbendiyê datîne ber berpirsyariya vegerandina hêviyê ji Sûriyan re da ku li welatê xwe bimînin, û hewcedarî peydakirina jîngeheke ewle û aram li Bakurê Sûriyê ye.

Serokê Hevbendiyê anî ziman ku bihêzkirina rewatiya Hevbendiya Niştimanî dikare bi riya hebûna wê li navçeyên rizgarkirî pêk were, da hikûmeta demkî ya Sûriyê karibe xizmetguzariyan ji xelkê re pêşkêş bike, bi destxistina ewlehî û aramiyê, vegerandina çerxa aboriyê, çêkirina derfetên kar, afirandina şert û mercên guncaw ji bo veberhênanê di van waran de û dabînkirina ewlehî û dadmendiyê bi rêya dadweriya azad a dadmend û serbixwe.

El-Behra diyar kir ku ji bo mayîna sûriyan li herêmên rizgarkirî, pêwîstî bi afirandina şert û mercên jiyanê, aborî û xizmetguzariyê, peydakirina derfetên xwendinê, peydakirina derfetên kar ji ciwanan re, pêkanîna ewlehî û dadmendiyê li herêmê, û bihêzkirin û temamkirina projeya Artêşa Niştimanî ya li jêr serkirdayetiya Wezareta Berevaniyê di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de heye.

El-Behra behsa serdana xwe ya ji bo çend deverên bakurê Sûriyê kir, û got ku wî li xizmet û xebatên ku encûmenên xwecihî pêşkêş dikin guhdarî kir û bi wan re riyên derbaskirina zehmetî û astengiyan, û giringtirîn pêdiviyên xelkê li Sûriyê gotûbêj kirin.

Û bal kişand ser wê yekê ku daxwaza gelê Sûriyê ya bingehîn di hemû civînên bi rûspiyan û desteyên şoreşgerî û çalakvanan re, kontrolkirina ewlehiyê, kêmkirina bêserûberiyê û avakirina deshilata navendî li herêmên rizgarkirî bûn.

El-Behra anî ziman ku berteka hember pêvajoyên asayîkirina têkiliyan bi rêjîma Esed re, bi riya lidarxistina xwenîşandanên xelkê Siwêdayê bû, pêşî daxwaza baştirkirina rewşa jiyanê dikirin, paş re daxwaza rûxandina rêjîma Esed û pêkanîna veguhêzeke siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî kirin.

Serokê Hevbendiyê bal kişand ser rewşa aware û penaberên Sûriyê, bi taybetî penaberên sûrî yên li Libnanê û binpêkirinên mezin ên dijî wan tên kirin û redkirina wan ya tam ji vegera cem rêjîma Esed re, û nîşan da ku divê kar ji bo peydakirina şert û mercên jiyanê li herêmên rizgarkirî ji bo vegera penaberên ku dixwazin bibe, û bilindkirina asta piştevaniya navdewletî ji bo bakurê Sûriyê ji bo dabînkirina pêdawîstiyên tevaya derbider û koçberkiriyan.

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî behsa civînên ku di heyama borî de bi hejmarek ji berpirs û dîplomatên navdewletî re derbarê dosya Sûriyê de pêk anîne, da dosya Sûriyê bibe yek ji pêşîneyên welatên kartêker kir.

El-Behra tekez kir ku mijara girtiyan di hemû civînên ku Hevbendiya Niştimanî bi kesayetiyên navdewletî re li dar dixin de heye, û daxwaza fişareke cidî li ser hevalbendên rêjîmê kir ji bo azadkirina bi hezarên girtiyan, yên ku hîn di zindanên rêjîmê de ne, tenê ji ber ku ew xwedî bîrûbaweriyên siyasî ne ku dijberiya rejîma cinayetkar û zalim dikin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî silav arasteyî miletê Sûrî yê gewre kirin, li ser xweragirî û sebir û rijdbûna wan ji bo pêkanîna armancên xwe û cîbicîkirina hêvî û daxwazên xwe yên rewa di dewleta azadî, dadmendî û yasayê de, tevî hevbendbûna hêzên xerab li dijî wan, û tevî hemû bêhêvkirina navdewletî ji wan re bi dirêjiya 12 salên derbasbûyî.

Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Tags: Gundên Helebêherêmên rizgarkirîRêveberiya Giştî
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevrêzkarê Girûpa Kar a Penaber û Derbideran Rapora Xwe li Pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiyê di Xola 69an de Pêşkêş Dike

Hevrêzkarê Girûpa Kar a Penaber û Derbideran Rapora Xwe li Pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiyê di Xola 69an de Pêşkêş Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.