Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Emîndarê Giştî D. Heysem Rehmê, hevdîtinek li gel Balyozê Qeterê li Tirkiyê, Şêx Mihemed Bin Nasir Bin Casim al Sanî, li Balyozxaneya Qterê ya li Enqerê lidar xistin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û Emîndarê Giştî, Balyozê Qeterê li ser wergirtina postê Balyozê Qeterê li Komara Tirkiyê pîroz kir, û pesnê rola Qeterê ya pêşeng û giring di navgîniyê û çareserkirina nakokiyan de dan.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û Emîndarê Giştî, sipasî bo Balyozê Qeterê li ser daxwiyaniya Wezareta Derve ya Qeterî yaku têde bi hevokên tund êrîşa hovane ya rijêmê li ser Deraa şermezar kiriye pêşkêş kirin.
Û careka dî tekezî li ser giringiya piştgiriya Qeterê bo gelê Sûrî di xebata ji bo bidestxistina azadî û rûmet û demoqrasiyê de kirin, her weha bidawîanîna derdeseriyên ku ji deh salan de berdewam dikin, di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî re, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên Encumena Ewlekariyê 2118û 2254.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Qeterê careke dî tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Qeterê bo daxwazên gelê Sûrî û piştevaniya doza gelê Sûrî ya rewa û karê ji bo bidawîanîna derdeseriyên gelê Sûrî li gor biryarên navdewletî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî