Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, serdana malbata şehîd Ebdulqadir El-Salih li bajarê Mari’ê li gundewarê bakurê Helebê kirin û hevdîtin bi birayê wî û hejmarek ji xizmên wî re pêk anîn, paşê çûn seredana mezargeha wî û Fatîhe ji bo giyanê wî yê pak xwandin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku şehîd Ebdulqadir El-Salih xwe kir qurbanê paşerojeke baştir ji Sûriyê û Sûriyan re û xwîna wî emanetek e di stûyê kesên mane û li ber xwe didin de.
Di hevdîtinê de Mihemed El-Salih birayê şehîd “Hacî Mari’ ” ji şanda Hevbendiya Niştimanî re behsa rewşa jiyana malbatên şehîdan li bajarê Mari’ê û rewşa bajêr bi giştî kir.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulmecîd Berekat tekezî li ser rola mezin a şehîd Ebdulqader El-Saleh di berevaniya di ber xelkê bêguneh de û beşdariya wî di pêkanîna armancên şoreşê yên azadî û dadperweriyê de kir.
Serokê Encûmena Êl û Eşîrên Sûriyê Cîhad Mar’i ku ew jî endamê şanda pê re bû, tekezî li ser giringiya bihêzkirin û jinûavakirina nirxên şoreşa rast di civakê de kir, ji ber ku Sûriyan di ber bidestxistina van nirx û armancan de berdêlên mezin dane.
Ebdulqadir El-Salih ê bi navê Hecî Mar’i tê naskirin, di heyva mijdara 2013an de şehîd ket, piştî ku di encama bombebarana hêzên Esed ji “Medreset Elmuşat” li Helebê re birîndar bibû.
El-Saleh Lîwaya Tewhîd di nava Artêşa Azad a Sûriyê de li Helebê damezirand û serkêşiya wê kir û gelek operasyonên leşkerî ji bo rizgarkirina bajar û gundewarê wî pêk anîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî