Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, di serdaneke fermî de bo dewleta Qeterê, civînek li gel Cîgirê Serokwezîr ku di heman demê de Wezîrê Derve yê Qeterê ye, Şêx Mihemed kurê Ebdilrihman al Sanî lidar xist.
Û amadebûyan behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê nemaze rewşa tirajîdî li bakurê Sûriyê û pêwîstiya piştgirî û bihêzkirina gelê Sûrî li ser xaka wî kir.
Û Elmislit tekezî li ser kûrahiya têkliyan di navbera herdû dewletên bira de kir, û spasiyên xwe bo dewleta Qeterê li ser helwestên wê yên neguhêr di piştgiriya gelê sûrî de bo azadî û rûmet û demoqrasiyê, her weha helwestên wê yên pirensîpî yên redkirina biserxistina rijêmê û vegerandina rola wê pêşkêş kirin.
Û Elmislit cextî li ser pêwîstiya fişaran ji aliyê tevaya dewletên dost û bira ve bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û piştgiriya veguhestina siyasî û vekirina tevaya sepetên ku di biryara 2254an de hatine, û kar li ser Komîteya Destûrî tenê nemîne, kir.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê, careke dî di civatê de tekezî li ser helwestên dewleta Qeterê yên piştgiriya çareya siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encumena Ewlekariyê ya 2254an kir, her weha tekezî li ser giringiya pêwendiyan ji bo agirbesta temamî daku di hêsankirina gihiştina alîkariyên mirovahî bo hewcedaran li Sûriyê alîkar be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî