Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi dirêjiya herdû rojên Çarşem û Pêncşemê civîna xwe ya asayî li dar xist, û têde li şiroveya Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Serokê Desteya Danustandinê ya Sûrî Bedir Cemûs derbarê serdana New York û Waşintonê guhdarî kir.
Û Elmislit ji Waşîngtonê di rêya odeyeke televizyonî girtî re, li ser hevdîtinên ku Şandê Hevbendiyê li Washingtonê bi rêveberiya Amerîkayê re li dar xistine û têde tekezî li ser giringiya kartêkerkirina proseya siyasî bo cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 û gihîştina çareseriyeke siyasî û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de kirine, axivî.
Û Cemûs li ser encamên civînên Şandê Hevbeş yê Hevbendiyê û Desteya Danustandinê li kêlek civînên gera 77emîn yên civata giştî ya Netewên Yekbûyî li New Yorkê li dar xistine axivî, û helwestên dewletên ku bi şandên wan re civiyane derbarê pirosesa siyasî berçav kirin, û tekezî li ser helwesta Desteya Danustandinê ya neguhêr der barê piroseya siyasî li ser bingeha biryara 2254 kir.
Û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê raportek li ser rewşa kar di Emîndariya Giştî de pêşkêş kir, û behsa plana cîbicîkirinê ya Hevbendiya Niştimanî kir, û raportên ku ji aliyê beşên Desteya Giştî ve amade bibûn berçav kirin, û ji hemû komîte û rêvebiriyan daxwaza amadekirina raportên wan kir, daku di civînên Desteya Giştî ya bê de pêşkêş bibin.
Û Amadebûyan li raporên Ofîsa Karûbarên Penaberan û Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtiyan û Binçavkiriyên Kotekî, û karê tîma teknîkî ya Komîteya Hevbeş ya Sûrî-Tirkî û Fraksyona Leşkerî li ser rewşa meydanî li deverên rizgarkirî guhdarî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî