Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, redkirina xwe ji arastekirina çi vexwandinekê ji rijêma Esed re ji bo amadebûna li kongirê bexşîneran yê li Biroksilê anî ziman, û tekez kir ku eger ev yek pêk were, ew dê bibe bêrêziyek ji gelê Sûriyê re û sivkatî bi qurbaniyên wî, û dê wek xelatekê be ji rijêmê re li ser tawanên ku li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, û piştgirî be ji çalakiyên wê re yên di warê noqkirina dewletên deverê di nav keresteyên hişbir de.
Û Elmislit daxwaza sizakirina rijêma Esed, ne xelatkirina wê, ji civaka navdewletî kir, û got: “Em bêçare ne li hember bobelatên xwezayî û nikarin wan rawestînin.” Lê matmayîna xwe diyar kir ji nekarîna civaka navdewletî hember rawestandina wêrankirina ku rijêma Esed û hevalbendên wê ji 12 sal de li Sûriyê pêk tînin.
Û Elmislit spasiya xwe ji hemû dewletên ku alîkarî pêşkêşî gelê Sûriyê kirine re anî ziman, û spasiya wan li ser berdewamiya guhdana wan bi vî gelê ku bûye qurbanî kir, lê cextî li ser pêwîstiya xelatnekirina kesê ku sedema derdeseriyê ye kir, û berdewam kir û got: “Ez ne behsa bobelata xwezayî ya ku ji ber erdheja di nava çend rojan de pêk hatiye dikim, lê ez behsa bobelata mezin a ku rijêma Esed û hevalbendên wê bi salan peyda kirine dikim.”
Û Elmislit got ku civaka navdewletî ronî da ser tiştên ku Sûriyan di erdheja wêranker de ji dest dane, û tiştên ku vî gelî ji berî bêhtir ji deh salan de li ser destê celadên xwe ji dest daye û hîn jî ji dest dide ji bîr kirin, û bal kişand ser wê yekê ku pênc hezar Sûrî li Sûriyê û heman jimar li Tirkiyê di erdheja wêranker de jiyana xwe ji dest dan, lê bi sedên hezaran kes li ser destê rijêmê û hevalbendên wê jiyana xwe ji dest dan, û pirsiyar kir: ka Kîjan ji van herdu bobelatan mezintir e. Gelo ev yek hewceyî bîranînê ye?
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî