Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li ofîsa xwe, bi Konsulê Giştî yê Okrayna li Stembolê Maksym Vdovychenko re civiya, û pêre rewşa trajîdî li bakurê Sûriyê û pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyên bilez ji bo rizgarkirina kesên ku ji ber erdheja ku sibeha Duşemê li Tirkiye û Sûriyê rûdaye ziyan dîtine gotûbêj kir.
Û di civîna ku ji aliyê Desteya Têkiliyên Derve ve hatiye birêvebirin, Cîgirê Serok Ebdulehad Istêfou, Sekreterê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat û endamê Desteya Siyasî Ebdullah Gedo amade bûn.
Û Herdu aliyan pêşhatên siyasî gotûbêj kirin, û Elmislit di hevdîtinê de got ku tiştê hatiye serê gelê Sûriyê, tê serê gelê Okrayna jî, û got ku gelê Sûriyê li dijî rijêmê Esed serî hilda û azadiya xwe xwest, lê niha rûbirûbûna rijêmê û hevalbendên wê Rusya û Îran dike, û bal kişand ser necidîbûna civaka navdewletî di rawestandina êrîşan de li ser herdû gelên Sûrî û Okranî.
Û Elmislit bal kişand ser ku ev bû roja pêncemîn piştî bobelata erdhejê, hîn alîkariyên Netewên Yekbûyî negihane bakurê rojavayê Sûriyê.
Û Elmislit bal kişand ser hevrêzkariya di navbera Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Tirkiyê de heye, ji bo vekirina deriyên Bab Elselame, Elbab û Elraî, di heman dema berdewamiya karê li ser çaksazkirina riyên ziyandîtî. Û Elmislit anî ziman ku tevî kêmbûna şiyanên Hikûmeta Demkî, komîteyeke lezgîn ji Hevbendiya Niştimanî, Hikûmeta Sûriyê ya Demkî, Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Berevaniya Sivîl hate avakirin, ji bo alîkariya kesên ziyan dîtine li navçeyên rizgarkirî bikin.
Û Elmislit bal kişand ser wê yekê ku Rijêm û hevalbendên wê bobelata xwezayî bikar anîn, ji bo sûdê di warê siyasî de jê bikin, û sizayan bikin behaneya negihiştina alîkariyên mirovî, û tekez kir ku tevî hebûna gelek xalên derbasbûnê di navbera Tirkiya û Sûriyê de, lê ji ber biryara Rusya hemû ji bilî deriyê Bab Elhawa girtî ne.
Û Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Okrayna tekez kir ku dijminkariya Rusya li ser Okranya û Sûriyê heman dijminkarî ye, û bal kişand ser wê yekê ku weke Rusya li Sûriyê dibistan û nexweşxane bombebaran kirine li Okranya jî bombebaran dike, û got ku ta bi baxçên zarokan jî ji jêrîşên Rusya rizgar nebûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî