Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, duh şemiyê, bi Encûmena Êl û Eşîran re li gundewarê bakurê Helebê civiya, bi armanca zêdekirina peywendiyan li gel pêkhateyên şoreşê da wan bi nûtirîn pêşketinên siyasî yên dawîn agahdar bike.
Û di vê serdanê de endamên Hevbenaiyê Mihemed Yasîn, Es’ed Elîto û Atif Zirêq hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî behsa dawîtirîn pêşhatên siyasî di dosya Sûriyê de kir, û bi taybetî gera dawî ya New York û Washingtonê, û hevdîtina wî bi hejmarek ji nûnerên dewletan û berpirsan re, wek Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres û Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ebû Elghêt.
Û Elmislit got ku Armanca gerên Hevbendiyê ew e, dosyaya Sûriyê bêhtir were veguhestin bo civînên navdewletî, û careke dî vegere nav lîsteya pêşindeyan, û got ku hejmarek ji dewletan tekez kirin ku dosya Sûriyê di nav pêşindeyan de û cihê guhdanê ye, û Emerîka di serê lîsteya wan dewletan de ye.
Û Elmislit di axaftina xwe de amaje bi gotegotên vê dawiyê li ser Hevbendiyê û guhertina helwesta Tirkiyê di mijara Sûriyê de derdikevin kir, û ew bi temamî red kirin, û got ku min bi berpirsên Tirkiyê re hevdîtin li dar xistine, û ew li ser biryara xwe ya berê ne, û li kêleka gelê Sûriyê radiwestin û piştgiriya doz û mafên wî dikin.
Ji aliyê xwe ve, amadebûyan çend pirs ji şandê Hevbendiya Niştimanî derbarê rewşa siyasî û aborî li deverên rizgarkirî kirin, û tekezî li ser pêwîstiya serdanên Hevbendiyê ji bo zêdekirina peywendiyan û rawestana li ser pêşhatên siyasî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî