Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, li Baregeha Hevbendiyê li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê, pêwaziya şandeke mezin ji Kombenda Serbixweyên Kurd bi Serokatiya Serokê Kombendê Ebdulezîz Eltemo û Cîgirê Serokê Kombendê Redîf Mustefa kir.
Û amadebûyan dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî piştî deh salan ji birêketina şoreşa sûrî gengeşe kirin.
Û Serokê Hevbendiyê xweşhaliya xwe bi Şandê Kombenda Serbixweyên Kurd anî ziman, û pîrozbahî bo tevaya xelkên sûriyê di bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî de pêşkêş kir, û pêdarî û qurbaniyên ku vî gelî bi dirêjiya deh salan bo pêkanîna azadî û rûmet û demqrasiyê bilind nirxand.
Û Elherîrî li ser rewşa siyasî ya sûrî bi giştî, û çalakiyên Hevbendiyê û karên wê di dema bûrî de axivî, her weha behsa serdanên serkeftî yên ku Hevbendî pê rabûye bo dewleta Qeter û Herêma Kurdistana Îraqê kirin.
Û Elherîrî giringî da yekîtiya gelê sûrî bi hemû reng û pêkhatên wî ve, û dît ku ew kaniya hêza gelê sûrî ye.
Û Serokê Kombenda Serbixweyên Kurd pîrozbahiya gelê sûriyê di bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî de kir, û sipasiya Hevbendiya Niştimanî kir li ser destnîşankirina roja 21 adarê wek rojeke bêhinvedanê bi awayekî fermî li deverên rizgarkirî, û li ser bandorên erênî yên serdana Hevbendiyê bo Herêma Kurdistana Îraqê, her weha li ser hevdîtinên li gel Nûnergeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Hewlêrê û Serokatiya Hikûmeta Herêmê axivî.
Û Serokê Kombendê tekez kir ku ew tişt nîşan e ku Hevbendiya Niştimanî nûnerê tevaya gelê sûriyê ye, û erkê tevgerên siyasî yên sûrî yên kurd e ku di nav xelkê xwe de bin û li deverên xwe bin.
Û bal kişand ser ku Kombenda Serbixweyên Kurd yek ji pêkhatên Hevbendiyê ye, û ji bo xizmeta xelkê li deverên ku ji rêxistinên teroristî rizgar bûne bi erkê xwe yê niştimanî radibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî