Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, bi hevaltiya Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê, Abdulbasit Abdulletîf, û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û ya Giştî gereke şopandinê li ser deverên koçber û derbideran li bakurê Sûriyê kirin.
Û gera şopandinê gihîşte cihên koçberên Gota Şamê û Horan li bajarê Elbab yê gundewarê Helebê, û şandê Hevbendiya Niştimanî li rewşa jiyanê û pêdviyên cûrbicûr ên wan temaşe kir, û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku doseya dabînkirina xizmetguzariyên sereke bo tevaya Sûriyên li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî dijîn nemaze koçberên di kampan de rûniştîne di serê lîsta xebatên Hikûmeta Sûrî ya Demkî de ye, û ew bi xwe bendê sereke ye di tevaya hevdîtinên diplomatîk yên ku Hevbendî li gel dewletên dost, bi armanca piştgiriya pêwîst bo xelkê me li tevaya deverên rizgarkirî pêktîne.
Û Serokê Hevbendiyê û şandê pêre serdana avahiyên gundên nû hatine avakirin li bajarê Elbab ji bo bicihkirina koçberan kir, û pesnê xebatên têde dibin û xizmetguzariyên lê têne pêşkêşkirin da, û Elherîrî diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî hin pêwendiyên erênî li gel hejmarek ji sazîyên navdewletî dişopîne daku tevaya kampan bighurin û bikin yekîneyên xeresanî bo niştecîbûna demkî ji bo derbider û koçberan, ta dema vegerin gund û bajarên xwe piştî rûxandina rijêma Esed ya tewanbar.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna pirojeyê guhartina konan bi yekîneyên xeresanî kir, û daxwaz ji Revenda Sûrî li cîhanê kir ku têde beşdar bibin, ji ber ku giringiya wê di parastina xelkê me û zarokên wan ji pêlên sermê û seqemê heye, nemaze ku em di destpêka zivistanê de ne, û got ku dabînkirina van yekîneyên xeresanî li şûna çadirên ji caw, dê bi kêmanî saxlemî û tenduristî û biçekî taybetmendiyê ji niteciyan re dabîn bike, û cext kir ku ev tişt erk e li ser milê tevaya Sûriyên xwedankarîn derbarê xelkê me yên di kampan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî