Yekîtiya Sûrî ya Niştimanî ya Werzîşa “Wushu Kung Fu” bi hevkariya li gel Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî leşkergeheke rahênanê bo yaneyên Sûrî li bajarê Sitanbolê yê Tirkî di warê werzişa “Wushu Kung Fu” de lidar dixe.
Û leşkergeh di bin çavdêriya tenduristî de birêve çû, û pişkinîn ji bo lîstikvanên di leşkergehê de beşdar bûne çêkirin, daku saxlemiya wan û pêneketina kesî ji wan bi bêtara korona tekez bikin.
Û di leşkergehê de 5 yane û 35 lîstikvan ji cûreya Sanda û 12 lîstikvanên ji cûreya Şêwe beşdarî kirin, û di leşkergehê de Endamê Komîteya Olompî ya Sûrî Ehmed Elxetîb û Qehremanê Ewropa yê Pispor Cemîl Yildirim û Eşref Mereşlî amade bûn, her weha tevî rahêner û hekemên Sûrê û qehremanên ku xelatên navdewletî bi nave Sûriya azad wergirtine amade bûn.
Û li gor pilana Yekîtiya Niştimanî ya Sûrî ya Werzişa Wushu Kung Fu, armanc ji vê leşkergehê pêşxistina lîstikvanên tîma Sûrî ye, daku nifşên nû têxin tîma Sûrî, her weha handana zarokên Sûrî li cihên penaberiyê ku werzişê bikin, û piştgiriya rêbazên taybet bi lîstikê bikin.
Û di leşkergehê de rahênaneke piratîk ji hekem û rahêneran re di warê şêweyên lîstikê de lidar ket, û pirogramên pêşxistina lîstikvanên beşdar piştî leşkergehê hate danîn.
Û di dawiya leşkergehê de bawernameyên belgekirî bo tevaya tîmên beşdar ji aliyê Komîteya Olompî ya Niştimanî Sûrî û Yekîtiya Sûrî ya Wushu Kung Fu hat pêşkêşkirin, her weha xelat bo lîstikvanan pêşkêş kirin, û yadîgariyên sembolî diyarî zarokên penaber ên di lişkergehê de beşdar bûne kirin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan ya Hevbendiya Niştimannî ya Sûrî, Ebdilmejîd Berekat, bal kişand ser ku girîngiya van beşdariyan ji ber ku werzişa sûrî azad ji rewşa kakekesî veguhêze rewşa rêxistinkirî û pirifeşyonalî tê.
Û tekez kir ku beşdarî û çalakiyên weha di avakirina werzişa Sûrî ya azad de di riya tecrûbeyên piratîkî alîkar in, û giringiya wê di warê civakî û derûnî de ye, nemaze ku werzişvanên deverên rizgarkirî bi yên dewletên penaberiyê pevre kom dicivîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî