Bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce, Encûmena Wezîrên Desthilata Demkî, şêweyê karê çend projeyan gotûbêj kir. Serokê Hevbendiyê li kurte gotarekê derbarî karên Wezaretan û karê Odeya Qeyrana Zivistanê ya ko evê dawiyê hat damezirandin bi hevkariya Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê guhdarî kir.
Herweha Civîna ko evê sibehê li bajarê Xazî Entaba Tirkiyê çê bû li ser projeyên ji bo Civîna Dewletên Bexşîner ya ko dê dawiya evê mehê lidar bikeve, û peywendiya Desthilatê bi Sindoqa Deyndanê û projeyê Yekîneya Bersivdana Lezgîn gengeşe bûn.
Herweha Encûmenê giringiya aktîvkirina Rêvebiriya Zagonsaziyê di Wezareta Dadiyê de, û karên programê “Bi kesk” û awayên hevrêziyê di navbera wî û acansa “U S A D” ya Emerîkî de, her weha awayên piştgiriya komekên Berevaniya Sivîlî yên ko di Herêmên ji derveyî destê Rêjîmê ne jî hatin gengeşe kirin.
Jêder: Hevbendî