Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa, gotarek li ser pevçûnên leşkerî yên vê dawiyê li deverên rizgarkirî çûbûn û bûn sedema hebûna qurbaniyên sivîl û rawestana rêyan û koçberbûna xelkê pêşkêş kir, û mixabîniya xwe ji bo vê yekê anî ziman, û tekez kir ku Hikûmetê pilanek ji bo qonaxa dahatî amade kiriye, daku bûyerên wiha dubare nebin.
Û Mustefa got ku tiştê çûbû “guhertinek metirsîdar ” bû li deverên rizgarkirî, û dît ku ev yek ji hemû azadîxwazan re pir biêş bû, ji ber zîvirandina berê çekan ji dijmin ber bi cihekî dî de, ji bo berjewendiyin teng û li gor nerîneke çewt ya ku xema êşa gelê Sûriyê û qurbaniyên wî û berxwedana wî naxwe, û cext kir ku çi bihane û hincet nikarin tiştê çêbûye rewa bikin.
Û Mustefa bal kişand ser sedemên ku hiştine ew pevçûn derkevin, ku ew jî pabendnebûna hin girûpên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûrî bi saziyên Hikûmetê çi yên leşkerî û çi yên sivîl bin, û berdewam kir got: “Divê em li xwe vegerin û bi zelalî li pêşiya gelê Sûriyê biaxivin, ew gelê li hember vê rewşê bêhêvî û hêrs bûye.”
Û Mustefa got ku di ketwarê ku gel daxwaza hebûna desthilateke navendî dike, ya rêxstin û rêvebiriya deverê li ser bingeheke yasayî bike, êdî berdewamiya dijberiya giropên çekdar ji hev re nayê pejrandin, û amaje bi wê yekê kir ku Hikûmetê hewl daye û hîn jî hewl dide ku bi rola xwe rabe, û bi karê desthilata navendî di warê leşkerî û yê sivîl de rabe.
Û bal kişand ser hewldanên mezin yên ji bo yekrêziya beşên leşkerî di bin sîwana Artêşa Niştimanî de hatine kirin, bi awayekî ku pisporiya leşkerî ya frakisyonan zêde bike, û pisporiya wan di bin fermandariyeke yekgirtî û rêxistî de ya pabendiyê bi yasayên navdewletî û mafên mirovan bike zûde bike, û mixabîniya xwe anî ziman ji ber ku tevî hemû hewldanan hin aliyan guh nedan wan daxwazan, û hin aliyên din pêkanîna wan ji wan daxwazan re qels bû .
Û Mustefa cext kir ku dem hatiye ji bo hêviyên gelê Sûriyê pêk werin, û ji rewşa bêserûberiyê berve rewşa çaksaziyê li ser herdû astên leşkerî û sivîl bê vaguhastin, di riya kartêkerkirina rola Hikûmeta Demkî bi hemî saziyên wê ve re, daku bibe desthilateke navendî ya kartêker ya ji hemû aliyan re lêveger be, di riya pabendiya bi biryar û rêzikên wê di çarçova yasayên hatine derxistin de.
Û Mustefa got ku dê dema bê di ketwarê deverên rizgarkirî de vebir be, û sernavê wê pabendbûn, rêxistîbûn, avakirin, rêzgirtina serweriya yasayê û kartêkerkirina prensîba dadpirsînê be, bo sizakirina her kesê ku hewl dide bêserûberiyê çêke û bibe gef li ser ewlehiya deverên rizgarkirî.
Û got ku Hikûmeta Demkî dê di qonaxa dahatî de kar li ser kartêkerkirina dezgehên leşkerî û sivîl li gor planeke navendî û çaksazkirina rêvebirî û berdewamiya hebûna darayî bike, û çavkaniyên mirovî yên pir jêhatî kartêker bike, û piştgiriya pirojeyên binesaziyê û veberhênana di warê enerjiya nûjendar de bike, û handana pîşesaziyên xwecihî bike, û Piştgiriya guhdana tenduristiyê û anîna projeyên aborî, pîşesazî û çandiniyê bike, û piştgiriya sermayedarên xwecihî û yên biyanî bike, ew jî di riya piştgirtina bernameyên taybet bi cîbicîkirina van pêşindeyan.
Û tekez kir ku Hikûmeta Demkî dê di qonaxa bê de, ezmûna rêveberiya xwecihî ya pêşeng li deverên rizgarkirî mukum bike, bi awayekî ku xizmeta welatiyan û jîngeha xwecihî bike, di çarçoveya planeke giştî de, yaku taybetmendiya deverê li ber çavan digire, li gel dabeşkirina dadmendane û yekbûna armancan.
Û di warê perwerdeyê de jî Mustefa diyar kir ku Hikûmet dê guh bide xwendina zanîngehan û ya berî zanîngehê li gorî pilanên baş bi mebesta ku karibe tevaya xwendekaran li xwe bigire da nifşekî xwedan zanist û zanîn ava bibe û beşdariyê di avakirina Sûriya pêşerojê de bike.
Û bal kişand ser ku dê Hikûmet plana xwe ya ji bo piştgiriya ewlehiya xwarinê li deverê bidomîne, û tekez kir ku dê nanek baş û erzan bigihêje her kesî, û bal kişand ser ku Hukûmet dê piştgiriya xwe ji bo sendîka û rêxistinên civaka sivîl bi armanca bihêzkirina wan û vekirina rêya pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo welatiyan zêdetir bike.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî amaje bi wê yekê kir ku ew dê zêdetir giringiyê bidin kampên derbideran û kar ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji nişteciyên kampan re bikin, û di rojên pêş de jiyaneke baştir dabîn bikin.
Û Mustefa cext kir ku ji bo pêkanîna van armancan divê her kes berpirsyariyê hilgire, û pabendiyê bi cîbicîkirina plan û biryarên Hikûmetê yên ku dê rê li ber birêvebirina serketî ji herêmê re ya li gorî hêviyên gelê Sûriyê û rêzgirtina li qurbaniyên wî be.
Û di warê leşkerî de Mustefa got ku Hikûmeta Demkî dê bi rêya Wezareta Berevaniyê û saziyên wê (Dadgeha Leşkerî û Polîsên Leşkerî) pabendbûna hemû aliyên tabûrên leşkerî û berpirsiyariya binpêkeran bişopîne, û tekez kir ku nabe karê leşkerî ji çarçoveya xwe ya şerê li dijî rijêmê û çeteyên terorîst û cudaxwazan derbikeve, ji bo rizgarkirina tevaya axa Sûriyê û avakirina dewleta paşerojê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî