Desteya Serokatiya Hevbendiyê bi Nûnerên Kampên Sûrî yên li Bakur re lihev kirin ko ew jî li civînên Desthilata Sûrî ya demkî amade bibin, û piştgiriya lezgîn di Rêya Wezareta Birêveberiya Xwecihî ji Kampan re bibe, ew lihevkirin di civîna ko li Herêma Hataya Tirkî roja pêncşemê çê bû.
Serokê Hevbendiyê Xalid Xoce ji Desthilata Sûrî ya demkî û Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê xwest da li daxwazên rêvebirên Kampan pêşkêşkirine binerin, û pêdiviyan nas bikin, û li gora karînên xwe piştgiriya têxwestin pêşkêş bikin.
Ji nav pêdiviyan alîkariyên çareseriya lezgîn yên xwarinê û yên bijîşkiyê da zehmetkêşiya Penaberên Sûrî ya ji encama sermeya li Herêmê çê bûye kêm bikin.
Herweha Serokê Hevbendiyê ji rêvebirên Kampan re çawaniya danûstandina Dewletên Piştgir bi Dezgehên Hevbendiyê yên cîbicîker re şirove kir. Û Astengiyên ko têne pêşiya wan ji bo pêdiviyên Penaberên Kampên li Dewletên cîran dabîn bikin, û oprasiyona gihandina alîkariyan yên nuha ji bo Kampan rûberî wan kir, herweha çawaniya beraberiya bahoza berfê bikin.
Di heman mijarê de serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce gotûbêj bi Birêvebirê Rêkxistina Heyva Sor ya Tirkî “Mihemed Gul Olo” re kir. Ji bo çawaniya pêkanîna şêweykî hevbeş ji karê bi Yekîneya Hevrêzia Piştgiriyê û Wezareta Birêvebiriya xwecihî ya Desthilata demkî re ew jî bi amanca ku karên pişgiriya Penaberan hêsan bikin.
Jêder: Hevbendî