Sikirtêrê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, Ebdulîlah Fehid, diyar kir ku dezgehên artêş û parastinê yên rêjîma Esed bitenê dezgehên kuştinê ne, û ligel pêverên navdewletî naguncin.
Fehid îro di civînekê de bi lêkolînerên dezgeha Piştgiriya Aştî Û Rêveberiya Nakokiyan re yên ser bi akadîmsyona niştimanî ya bergiriya Nemsa got ku “dezgehên parastin û artêşê di Sûriyê de naguncin digel çi pêverên navdewletî, bitenê dezgehên kuştinê ne, û dezgeha parastinê arîşeya yekemîn e. û şerm e em navê parastinê li wan bikin, ew çeteyin tawankariyê ne”.
Fehid tekez kir ku heger guhertinek bingehîn nekeve di saziyên ewlekariyê û artêşê de, wê çi guhertin çênebe di fayîlê siyasî yê pêve girêdayî de, û herwiha tekezî li ser giringiya dadgehkirina her tawanbarekî yê dest heyî di rijandina xwînê de kir, û herwiha tekezî li ser giringiya parastina dezgehê artêşa niştimanî kir, ya bi bergiriya welat û hemwelatiyan dirabe, ne wek ya niha kuştina milet dike.
Fehid bal kişand li ser giringiya cudakirina di navbera dezgehên dewletê û dezgehên rêjîma Esed de, û got ku “em nahêlin kes nîzîkî dezgehên dewletê bibe û emê wan wek mala xwe biparêzin”.
Herwiha Fehid cext li ser helwesta Hevbendiyê û pêdagiriya wê li ser çareseriya siyasî ligor daxuyaniya Jinêv û biryara 2254 û herwiha li ser dijberiya terorê kir, û amaje kir ku xelkê Sûriyê bêhtir ji herkesî dijberiya terorê dike, û şoreşger berî her aliyekî li hember DAÎŞ derketin, û şer li dijî wê kirin, beî rêjîmê û Hevpeymaniya navdewletî jî.
Jêder: Hevbendî