Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat “PYD” Çalakvan Serbest Ehmed Xelîl û Mihemed Izet Kurdî girtin. Xelîl hat gitin piştî girtina ser mala wî li Gundê Naza Ocaxî yê bi ser bajarê Şeran ve li Efrînê, bi sedema belavkirin û hildana ala Kurdî di cenazeya hunermendê Kurd Ebdulrehman Omer Bavê Selah de.
Çalakvan Serbest biJin e û bavê Sê Zarokan e, berê jî bi destê Ewlekariya leşkerî sala 2015an bêtir ji sê mehan hatibû girtin.
Lê belê Çalakvan Mihemed Izet Kurdî ji hevwelatiyên Gundê Mamula Hefteya çûyî li bajarê Efrînê hate girtin. Li gora Dîdevanan li Gund, girtina wî bi behaneya ko gotinên nebaş li ser PYD gotine. Û li Qamişlo çekdarên PYD zarokê bi navê Azad Ebdulah doh bi behaneya Leşkeriya Neçar revandine.
Çalakvaninan ji Parêzgehê gotin ko Azadê çardehsalî roja yekşembê ji mala xwe li taxa Hilko derketiye û hêj venegeriyaye, û çi kesan malbata wî bi dîtina wî agahdar nekirine, û guman li dora Partiya Yekîtiya Dîmuqrat diçin û tên.
Çalakvanan tekez kirin ko bi sedem û behaneya Leşkeriya Neçar Azad berê jî ji hêla Çekdarên PYD ve hatibû girtin û Malbata wî piştî tekez kirin ko ew zarok e û hem bi alîkariya navgîniyan ew li mala wî vegerandin.
Tê zanîn ko PYD di girtina hevwelatiyên ko ne bi ramana wan re ne berdewam e, û leşkerkirina xortan û tevlî zarokan jî zêdetir bûye.
Jêder: Hevbendî