Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê (SRTF) tîmeke taybet bo Plana Bersivdana Awarte ji Erdhejê re (ERP) li bakurê Helebê dest pê kir, weke bersiveke lezgîn ji erdheja wêranker a ku Duşema bûrî li Tirkiye û Sûriyê xistibû re.
Û Sendoqa Qerzdanê beşa yekem a Plana Bersivdana Awarte bi qasî 1.3 milyon EUR pejirand, ji bo komkirina dahatan û peydakirina alîkariya bilez bo bihezaran Sûriyên xizan yên ku niha di şert û mercên giran de bêçare mane, piştî erdheja kujer a ku herêm hejandiye, û Sendoq plana çalakiyên zêdetir di çarçoveya dahatên saziyan de dike.
Û ev Pejirandin hat, piştî çend rojan ji erdheja ku li gelek vegerên erdhejînê di pey re çêbûn, û bi hezaran mirî û avahî, xanî û binesaziyê lawaz li bakurê Helebê wêran bûn.
Û di nava 24 katijmêran de piştî bobelatê, tîma Karê Taybet, bi hevkariya SPEG û Hikûmeta Sûrî ya Demkî, fermana belavkirina rojane ya bêberamber ji 18 ton nan re (15,000 paketên nan) li civakên ku herî zêde zirar dîtine li bakurê Helebê dabû, her weha Sendoqê ji wê demê de aşên gênim û nanpêjgeh amade kirin, bo berdewamiya operasyonên berhemdana nên bo civakên ziyan dîtine.
Û herweha nexweşxane û navendên guhdana tenduristî ya seretayî yên ku ji hêla Sendoqa Qerzdanê ve fînanse dibin hatine amadekirin, da ku guhdana bijîjkî û derman ji kesên hewcedar re dabîn bikin.
Û dermanên û kelûpelên pizîşkî yên hene li ser hejmarek ji navendên tenduristiyê li bakurê Helebê hatin belavkirin, her wiha avahiya nexweşxaneya Kovîd niha ji aliyê Nexweşxaneya Jinan ve tê bikaranîn, piştî ku avahiya wê di dema erdhejê de ziyanek mezin dîtiye.
Û Qonaxa yekem ji plana dahatan dê ji bo çadir û betanî û keresteyên neştergeriyê û keresteyên odeyên guhdana awarte û keresteyên bizîşkî û derman bi budjeyê 1.3 melyon EUR pêk tê, û tîmên kar dê di hevrêzkariyê de li gel aliyên cîbicîkar ên ku dê berpisyar bin derbarê pêşkêşkirina alîkariyên yekser û belavkirinê berdewam bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî