Hewas Xelîl, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, alîgirî da xuyakirin ji biryara Amerîkî re, ya ku têde wê sizayan bisepînin li ser her kesê alîkarî û piştgiriya rijêma Esed dike , û ev yek bi pêgavek rast û dirust dît, ji bo rawestandina jiserxweçûna Rijêmê, ya berdewam e di bomebarankirina bajaran de bêyî guh bide tu kesî.
Xelîl di daxuyaniyek taybet de diyar kir ku rijêma Esed mifayê ji helwestên sist yên civaka navdewletî dibîne, û hemû hêz û şiyanên xwe bikar tîne ji bona zêdekirina kuştin û wêrankirinê, bi armanca ferzkirina çareseriya ewlekarî ya ku her ji destpêkê de baweriyê bi wê tenê tîne.
Hêjayî gotinê ye ku Kongirêsê Amerîka û bi piraniya dengan, dengdan li ser sepandina sizayan li ser her aliyê alîkar ji rijêma Esed re kir, tevî Rûsiya û Îranê, ku ev rêşûn tê bi armanca rawestandina qesabxaneya gelê Sûriyê, herwiha Kongirês bi piraniya dengan deng dan li ser dirêjkirina karê yasaya sizayan li dijî Îranê, ya ku di dawiya heyva befrbarîn/Deceber’a bê de bidawî tê.
Herwiha Hewas sipasiya revanda Sûriyê li Amerîka kir, ya ku roleke wê ya mezin hebû di biryardana Kongirêsê Amerîka ji vê biryarê re, û diyarkirina tawanên Rijêmê û hevalvendên wê bi rêka hevdîtinanan ligel endamên Kongirês.
Herwiha rikaberê Sûriyê daxwaza sepandina rêşûnên wek wê li dijî rijêma Esed ji civaka navdewletî kir, ji bo gemkirina wê ji pêkanîna tawanên şer û yên dijî mirovahiyê di derheqê xelkê Sûriyê de, yên ji destpêkirina şoreşa Sûriyê di adara 2011 an de berdewam in.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê