Artêşa Sûrî ya azad û Alayên Şoreşger Gundê Til Bacir û Gundê Mikhele û Xirbet Kûsa û Herêma Vekolînên Zanistî li sînorê Gundê Banis li Gundewarê Helebê yê Başûr piştî êrîşekê li ser bargehên rêjîma Esed û Pasvanên Şoreşger yên Îranî û Çeteyên mezhebperest dîsa kontrol kirin.
Her wiha Alayên Şoreşger cîgehên Hêzên Rêjîma Esed li Tilet Elîs û Tilet Elbincêra û Gundê Elezîziyê bi dûravêjên Hawinê û Mûşekên çêkirina xwecihî amanc kirin. Di encamê de bêtir ji 30 endamên Hêzên Esed û Pasvanên Şoreşger yên Îranî kuştin û yek Îranî jî hêsîr kirin.
Ew piştî rojekê ji têkçûneke mezin di nav rêzên Nandozên Esed û Hizbullaha Tirorist û Çeteyên ko bi ser Îranê ve li Gundewarê Helebê çê bû, hem hejmareke mezin ji wan xwe radestî Şoreşgerên Artêşa Sûrî ya azad kirin û gelek Alav û Cebilxane bidest xistin.
Jêder: Hevbendî