Esayişên partiya Yekîtiya Demuqrat PYD di girtina çalakvan û siyasetmedaran de li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê berdewam e, bi taybet piştî pêşandanên ku Encumana Niştimanî ya Kurd li dijî kiryarên PYD li darxistin.
Sûad Eyo hevjîna Kamîran Şêxo ku yek ji wan kesên hê di zindanên PYDê de ye ji malpera me re ragihand ku wê tu zaniyarî derbarê rewşa Kamîran bi dest nexistine û got “min gelek hewildan kirin da ku serdana hevserê xwe di zindanê de bikim lê min ti encam bi dest nexistin”.
Mizgîn Şewqî girtiyek bû li cem PYD berî çend rojan hatiye berdan ji malpera me re diyar kir ku ew di rêwresmên verêxistina pakrewanên pêşmergeyên kurdên Sûrî ku li Şingalê şehîd ketibûn li Qamişlo hate binçavkirin.
Şewqî berdewam kir û got “esayişan em bi tewanên ne rast tewanbar kirin û 4 demjimêran di zindanekê de hiştim li gel girtiyên ku bi tawana alîkariya rêxistina DAIŞ hatibûn girtin” .
Hêjaye gotinê ku piraniya girtiyên di zindanên PYD de hê çarenivîsa wan ne diyar e, û rê nadin malbatên wan da serdana wan bikin.
Jêder : Hevbendî