Alayên Şoreşgeran Lîwayê 52 li Hirakê ya rojhilatê parêzgeha Der’a û Gundên Milêha rojava li derdorê Lîwayê 52 bi temamî kontrol kirin, piştî cenga Qesas ya ko Aniya Başûr îro detpêkirina wê ragihand.
Şoreşgeran dest bi şer kirin, û ji gelek aliyan ve mûşekên çêkirina xwecihî û dûravêjên Hawinê bikar aînîn. Di encamê de çend Tang û alavên leşkerî yên rêjîmê têk çûn û Şoreşgeran dest bi operasiyona maliştinê kirin.
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî xweşhaliya xwe bi qehremaniya Şoreşgerên Horanê û yên hemû aniyên şer li Sûriyê ragihand, û tekez kir ko tiştê li ser xakê dibe ji bûyeran pêvajoyeke xwezayî ye.
Bi taybetî dema gotina Şoreşgeran dibe yek, û bizav û tekoşîna wan digel hev e, wê hingê ew Rêjîma ko sosret anîne serê milet qet nema biser dikeve. Bê guman vedengiya evan serkeftinan dê li hemû aliyên Sûriyê belav bibe heta ko serkeftina tekûz misoger bibe.
Elmislit tekez kir ko cenga rizgarkirinê li hemû aliyên Sûriyê berdewam e. Her wiha Hevbendiya Niştimanî soz da bi berdewamiya bizava ko bigihêje çareseriyeke siyasî , ku bi wê amancên gelê Sûriyê misoger bike û rijandina xwînê birawestîne, da Gelê Sûrî Çekan bavêje û ji bo avakirina Sûriya paşerojê xwe amade bike.
Hêjayî gotinê ye Lîwayê 52an li Der’a ji lîwayên rêjîmê yên mezin e. Çavdêrî li çend Gund û Bajaran li Gundewarê Der’a dikir. Li Rojhilatê Otostrada Dera-Şam dikeve. Ewî tevgera sivîlan li nav Gundên li wir asteng dikir ji wan Gund û bajaran Hirak, Rexim û Milêha û herdem ew bombebaran dikirin.
Jêder: Hevbendî