Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdûlehed Stêfo, diyar kir ko bêçaretiya Encûmena Ewlekariyê ya gelek caran nikare biryarekê der barê rawestandina rijandina xwîna miletê Sûrî bisitîne, pûçbûnnekê diyar dike, û ev şêwe hîç xizmeta ewlekariya cîhanê nake, û ne aştiya miletan misoger dike.
Di civîna Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî de, îro sêşembê, ji bo derfetên çareserkirina siyasî û leşkerî gotûbêj bike, piştî ko Rûsya cara pêncem pirojeyê biryara Encûmena Ewlekariyê ji bo sînorekî ji tundûtûjiya berdewam li Sûriyê re deynin têk bir. Stêfo got ku Hevbendiya Niştimanî ew nûnerîtiya miletê Sûriyê dike û ji hêla Komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî ve danpêdan bûye, dê hewl bide tako Dosya Sûrî ji Encûmena Ewlekariyê ber bi Komelgeha giştî ve biguhêze, bi biryara “Hevgirtin bo Aştiyê” da Vîtoya Rûsî li paş xwe bihêlin eger du parên endaman erê bikin.
Biryara “Hevgirtin bo Aştiyê” ya ko ji Komelgeha giştî, ya Netewên Yekbûyî sala 1950 derçûye, dibêje ko çi gava Encûmena Ewlekariyê bi sedema lihevkirina navbera her pênc endamên wê yên herdemî de çê nebe ji bo parastina Ewlekarî û Aştiya Navdewletî Komelgeh bilez dikare pêdiviyên giring bike ji bo parastina Ewlekarî û Aştiya Navdewletî û eger ev di dema civîna Komelgeha giştî de çê nebe ew dikare civîneke awarte ji bo evê mijarê lidar bixe.
Stêfo bal kêşand ser ko Hevbendiya Niştimanî dixwaze gereke Ewropî di çend rojên dahatî de tevbigere û hevdîtinan bi aliyên fermî re û bi berpirsiyarên Ewropî re pêk bîne, ji bo nerîna xwe şirove bike piştî têçûna Civaka Navdewletî ko nikarin Rêjîma Esed û hevalbendên wê ji hovîtiya li Helebê dikin birawestînin. Hem jî bang li nerîna giştî ya Ewropî û li Revendên Sûrî li Ewropa bike tako bi rola xwe rabin, ji bo piştgiriya daxwazên Hevbendiyê li Netewên Yekbûyî bikin.
Jêder: Hevbendî