Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê doz li Yekîtiya Ewropî kir da helwesteke tund û diyar bistîne, û kar bike ji bo zêdekirina qebareya alîkariyên mirovî ji penaberên Sûriyê re piştî operasiyonên leşkerî yên Rûsî pêk hatine.
Şandeya Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî digel nûnera Yekîtiya Ewropî Lara Skarbîta îro sêşembê rûnişt û ji wê re diyar kir ko êrîşên dijminane yên Rûsya, sivîl û şervanên Artêşa azad armanc kirine û nêzîkî rêkxistina Daişa tirorist nebûne, evê yekê jî hişt ko Daiş herêmên kontrolkirina xwe firehtir bike.
Şandeya Desteyê tekez kir ko hejmara derbider û penaberan ji Gundewarê Helebê yê Başûr û Gundewarê Hums yê Bakur evê dema dawiyê bêtir bûne. Di du hefteyan de gihaye 85hezaran û bi sedema bombebarana firokên Rûsya hişt ko malbat li çolan bijîn.
Skarbîta ji aliyê xwe ve şiroveya biryarên Yekîtiya Ewropî di civîna xwe ya dawî de di derbarê Sûriyê de pêşkêş kir.
Jêder: Hevbendî