Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Si`ûdî Adil El – Cibêr tekez kir ku Iran ” Xakine Erebî li Sûryayê dagîr dike” eger di dagîrkirina xwe de berdewam be zor zehmet e ku roleke wê di tu çareyê de hebe, û ji Tehran xwest ku radestiyên xwe di îşên dewletên deverê de çi li Libnan, Sûryayê, Iraq, û Yemen de rawestîne.
Ev yek duh Duşembê di kongirekî rojnamegerî de bi hempayê xwe yê Elmanî re Firank Faltir Ştaynmayr li Riyad paytexta Erebistana Si`ûdî hat. El- Cibêr tê de tekez kir ku divê Iran ji Sûryayê vekişe, çekan hew bide rejîma Beşarê Esed û milişiyên Şî`hî ku şandine Sûryayê mîna milişiyên Hizbilla yê tirorist û ji bilî wan ji Sûryayê bikşîne. Di encamê de dikare roleke xwe ya erênî di çareseriyê de bilîze, û El – Cibêr tê de daxwaza dûrketina Esed nû kir.
Razgirê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Enes El – Ebde tekez kir ku êrîşên leşkerî ên Rûsî û pê re dagîrkerên Iranî şoreşa Sûrî ji qonaxa têkoşîna dijî rejîmeke zordar veguhêztin ber bi qonaxa rizgarkirineke netewî dijî dagîrkerên Rûsî – Iranî bi hev re.
Herweha Hevbendiyê berî niha ji Encumena Ewlehiyê xwest ku biryarekê di bin bendê heftan de derxe ta rejîma Iranî mecbûr bike ku milişî û nandozgerên xwe ji erdên Sûrî bikişîne. Ji ber ew dibîne ku hemû cureyên piştgiriyê ji rejîma Esed re derbas kirine, ta gihiştî qonaxa dagîrkirina yekser.
Jêder: Hevbendî