Hevbendiya Niştimanî Sûrî di daxuyaniyeke rojnamegerî de li ser zimanê berdevkê wê yê fermî Salim Elmislit dît ku gavên hevpeymaniyê di piştgiriya Eyn Elereb “Kobanê” de bi çek û serbazan dijî ” Daiş” kiriye, çareseriyin nîvçe û demkî ne, di dema ku Sûrî tê de hewcedarî çareseriyek ji kokê de ye bo ji tirora Esed û rêxistina “Daiş”ê rizgar bibe, herweha piştgiriya Civaka Navdewletî ji gavine wilo tekane re bê qewareyek niştimanî giştî û pilanek diyar, dibe ku metirsiyek zêdetir li ser rêbaza şoreşê û yekîtiya xaka Sûrî û serweriya wê çêbike”.
Mislit tekez kir: ” Divê helwestek navdewletî û qutbir bê standin, ji ber hemû hewldanên ku Civaka Navdewletî pê radibe bo kêmkirina ziraran encamê nadin eger çareserkirina sedemên tirorê yên rastîn nebin”. Ew jî hêza Esed e ya ku milletê Sûrî ji berya sê sal û nîvan ve dikuje.
Herweha Mislit di daxuyaniya xwe de tekez kir “pêwist e piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ya nûnertiya şoreşa Sûrî dike bibe, ya bizavê ji bo ruxandina desthilata stemkar û dictator dike, û bizavên wê bo çêkirina artêşeke ku hemû beşên leşkerî yên baweriya wan bi piransîpên şorşa Sûrî û bi bidawîkirina hemû rengên tirorê tê, jibo bichanîna armancên miletê Sûrî di azadiyê û dadweriyê û rûmetê de”.
Jêder: Hevbendî