Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, civînek lidar xist, tê de pêvajoya Kongirê Riyadê bi beşdarbûna nûnerên Hevbendiyê di desteya bala ya danûstandinan de, her weha biryara Encûmena Ewlekariyê ya dawiyê hejmar 2254 û astengiyên li pêşiya wê gengeşe kirin.
Razgirê Desteya Siyasî Enes Elebde dibîne kuştarên ko Rûsya û Rêjîma Esed li dijî sivîlan dikin bi taybetî kuştarên îro li Hemûriyê li Xûta Şamê çê kirin, dibin asteng li pêşiya çi çareseriya siyasî, hem jî lîstkên Rêjîma Esed û hevalbendên wî di pejirandina çareseriya siyasî de dide diyarkirin.
Mûşekên firokên Rûsya û Esed sivîl li bajarê Hemûriyê li Xûta Şamê amanc kirine, di encamê de 15 sivîl şehîd ketine û bidehan birîndar bûne û yên din jî li bin wêraniyê û agir de mane.
Desteya siyasî doz li Encûmena Ewlekariyê kir ko pêrabûnine piraktîkî bikin da firokên Esed û Rûsya ji bombebarana sivîlan birawestînin. Ya ko doh raporta rêkxistina Lêburîna Navdewletî tekez kir ko kuştarên Rûsya li Sûriyê digihên asta tawankariyên cengê, hîç nabe ko amadekariya danûstandinan li ser maseyên Cinêvê dikin û ji aliyên din ve gorên komel ji zarokên me re amade dikin. Ev tawankariyên Esed û Rûsya hê bala Netewên Yekbûyî heta bi pirotestokirinekê nekêşandiye.
Jêder: Hevbendî