Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, diyar kir ku sazanek xurt li ser dirustkirina şandekê ji bo danustandinên Jinêvê di nav Hevbendiya Niştimanî û desteya bilind ya danustandinan û hêzên leşkerî de heye, û tekez kir ku hersê alî rijd in li ser destnîşankirina kesên kêrhatî bo standina mafên milet ji rijêma diktator.
Û endamê desteya siyasî Osama Telco îro di daxuyaniyekê de got ku “hêzên rasteqîn yên opozisyona Sûrî hevdeng in li ser dirustkirina şanda xwe û danîna navê kesên xudan şiyan û jêhatî bo danustandinan yên karibin mafên gelê Sûriyê bi rêka danustandinên Jinêvê yên aloz dabîn bikin.
Û Telco got ku beşdariya şoreşgeran tê ji ber rijdiya wan li ser parastina maf û xwîna xelkê Sûriyê, û bal kişand li ser raporta dawiyê ya Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya sebaret girtîgeha Seydnaya ya ku navê “Qesabxaneya Mirovan” lê kirine, ku têde hovîtî û terora Rijêmê diyar dibe.
Herwiha hişyarî da ku Rijêm û Îran dibin du astengiyên serekî li pêşiya dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê ku herdu baweriyê tenê bi yekalîkirina leşkerî tînin.
Hêjayê gotinê ye ku Wezîrê derve yê Si’ûdiyê Adil Elcibêr di kongirekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel hefkûfê xwe Mewlûd Cawîş Oglo wezîrê derve yê Tirkiyê, gotibû ku destêwerdana Îranê û Hizibulaha terorîst bûye sedema alozkirina bizavên dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê, û hevdem hevdengiya welatê xwe ligel Tirkiyê ji bo dijberiya destêwerdana Îranê ya nîgetîv di karubarên dewletên navçeyê de û piştgiriya wê ji terorê re tekez kiribû.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî