Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD îro Pênşemê 9 Sibatê li ser rêbendeke bajarokê Çilaxa, endamê emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, Fadî Mer’î, girtin û ew binçav kirin. Û li gor tekeziya Celal Mer’î birayê Fadî ji malpera Hevbendiyê re: ”Fadî li gel hevalên xwe berê xwe dabûn bajarê Qamişlo, lê çekdarên PYD ew tev binçav kirin, û piştî çend demjimêran hevalên Fadî hatin berdan û Fadî bi tena xwe binçavkirî ma”.
Ji hêla xwe ve Ebdulsemed Xelef Biro endamê emaneta giştî ya ENKS girtina Fadî bi tundî şermezar kir û got ku PYD berdewame di armanckirina Encumena Niştimanî ya Kurd de, û dixwaze tevgera Siyasî li Sûriyê tune bike .
Xelef Biro di axavtina xwe de ragihand ku ev kiryarên bi vî şêweyî wan ji doza wan venagerînin, û ewê di xebata xwe de berdewam bin ta mafê gelê kurd û yê Sûrî bi dest bixin.
Jêder: Beşê Kurdî Di Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê