Komîteya serperiştyar li ser damezrandina fermandariya leşkerî ya bilind ya kar pê hatiye spartin ji desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî, di xuleya civînên xwe yên vê dawiyê de, tekez kir li ser pêwendiyên xwe bi awayekî rojane ligel çendîn hêzên leşkerî û yên şoreşger re li ser tevaya qada Sûriyê.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de tekez kir li ser kirina bizavên pêwîst ji bo di zûtirîn dem de erkê xwe bidawî bike, û heta vê gave jî karê wan bidawî nebûye , û di dema karê xwe bidawî bikin wê encamên wî ragihînin, û herwiha ji bona vê yekê Hevbendiyê dawaza hevkariyê bi Komîteya navborî re ji hemû aliyên pêwendîdar kir ji bona pêkanîna erkên wê.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî di civîna xwe de ya li Stembolê li 14 cehzîrana 2015an de biryar dabû li ser pêkanîna komîteya serpirştiyar li ser damezrandina Fermandariya leşkerî ya bilind, û endamên komîteyê hatibûn destnîşankirin ji heryek ji Heysem Rehme û Nesir Elherîrî û Ehmed Xesan Eltintawî û Selahdîn Elhemewî û Wasil Elşimalî û Yosif Mehlî û Ednan Rehmûn û Şelal Gedo.
Ligor deqa biryarê ev kes hatibûn karspartin bi erkê hevdîtin û rawêjkarî û pêwendiyan ligel hemû hêzên şoreşger û yên leşkerî li ser binavkirina nûnerên wan hêz û aliyan di Encûmena leşkerî de û herwiha di Fermandariya leşkeriya bilind de, da bibin yekrêz ji bona bidestxistina armancên Şoreşa Sûriyê.
Jêder:Hevbendî