Endamê Hevendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê mamoste Ebdulhemîd Temo, salixê girtina xwe ya bi destê milîtanên PYD da û got ko ew yek ji tawankariyên cengê û yên li dijî mirovîniyê ye, li gora yasayên navdewletî, û got ku tiştê pê re çêbû ‘’ binçavkirina kotekî û girtineke nerewa bû‘’
Temo roja yekşemê 3 cehzeranê ji herêma Dirbêsiyê li gundewarê Hesekê bi destê milîtanên PYD hate revandin, û Hevbendiya niştimanî ew operasiyon pirotesto kiribû û tekez kiribû ko ew kopiyeke dubarekirî ji tawankariyên rêjîma Esed e.
Mamoste Temo piştî berdana xwe duh çarşembê got ku milîtanên PYD ew xistibûn zindaneke tekane de û got : ev kirde mîna yên yasaya daristanê ya ko li herêmê desthilatdariyê dike ne, ko yasa û pîverên diyarkirî yên mafên kesayetî û ên siyasî yên kesên kar di karûbarê giştî dikin re dabîn bikin tune ne.
Temo diyar kir ko ‘’ operasiyonên girtinê li gora biryarên xwemalî bêyî lêvegereke dadwerî an yasayî pêk tên, bi biryarên ewlekarî li ser bingeha raportên derewînan‘’
Tê zanîn ku mamoste Ebdulhemîd Temo endamê Hevendiya Niştimanî û endamê Encûmena niştimanî Kurdî û berpirsiyarê peywendiyên derve yê Şepêla Paşerojê ya Kurdî ye, û ew birayê şehîd Mişel Temo ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acansa Simart