Tora Sûrî ya mafê mirov diyar kir ku sê êrîş li heyva gulanê ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya li ser navendên pizîşkî hatin pêkanîn, û tekez kir ku êrîş bi awayekî rêbazkî hatibûn pêkanîn.
Torê di raporta xwe de bal kişandiye ku êrîş li ser navendeke bergiriya sivîl û baregehê heyva sor û navendeke pizîşkî ya ser bi komeleya Sûrî Amerîkî hatin encamdan, û diyar kir ku şeş karmendên bergiriya sivîl li heyva gulanê hatin kuştin, û bi vê yekê hejmara qurbaniyên bergiriya sivîl her ji destpêka sala 2018’an û heta niha gihişt 73 kuştiyan.
Torê bal kişand li ser giringiya neçarkirina rijêma Esed ji aliyê konseya ewlekariya navdewletî li ser bicihkirina biryara “2139”, û herwiha nehêlana bombebarankirina navendên zindî yên pêwîst bo jiyana sivîlan.
Çalakvanan tekez kirin ku armanckirina navendên zindî yên pizîşkî tê bi wateya nehêlana derfetên jiyana sivîlên di bin bombebarana rijêma Esed û hevalbenda wê ya Rûsiya de.
Torê cext li ser giringiya qedexekirina bi tekûzî ji dana çekan re bo rijêma Esed kir, û derbarê dadgehkirina tawanbaran Tora Sûrî cext li ser raguhestina fayilê Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî kir, ku rijêma Esed wêrankirina jêrxana bingehîn û navendên zindî wek rêbaz bi kar tîne, bo neçarkirina sivîlan li ser koçberbûnê û bicihkirina siyaseta koçberkirina kotekî û guhertina demografî bi armanca qutkirina hemû jêderên jînê û berdewamiya jiyanê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bal kişand ku kiryarên rijêma Esed yên bombebaran û wêrankirina navçeyên Sûriyê, ji bo jinavbirina hemû nîşanên tewanên wê ne, û neçarkirina xelkê li ser koçberbûnê û bicihkirina milîsên xwe û peydakirina guhertina demografî li sercem navçeyên Sûriyê, û ev siyaset wek tawaneke şer tê pejirandin û divê bête raguhestin bo dadgeha tawanên navdewletî ji bo sizadana tewankaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî