Di roja Zarokan ya Cîhanî de Nûra Elemîr Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî doz li civaka Navdewletî kir”da berpirsiyariyên xwe derbarî rawestandina koçberiyê û girtinê û birçîkirinê dermafê zarokitiyê de hilgirin. Tevgereke bilez bikin da kîmya û kuştarên tirsank yên ko Rêjîma Esed di dermafê Zarokan de dike birawestînin, ko ewan dike fişareke civakî da xizm û kesên wan yên ko doza rûxandina Esed dikin ji wê dozê vegerin.”
Elemîr got:”bi navê 17 hezar zarokên ko bi Bermîlên Esed yên bikîn û çekên kîmwayî hatine kuştin, bi navê 3 milyon zarok ko tawankariyên Esed ew ji mafê xwendinê bêpar kirine, û bi navê Dibistan û Gulzarên zarokan yên ko Esed bi ser serê wan de wêran kirine, bi navê Dibistan û Gulzarên ko Esed ew kirine Zindan, bi navê Baxçeyên Zarokan ko çeteyên Esed ew kirine Bargehên leşkerî, ”
Bi navê wijdanê Mirovî û Hemze Elxetîb yê ko Esed ew ji bilêvkirina navê bavê wî bêpar kir û rûyê wî ji dêvla bi bi çokolatan bi xwînê gemar kir. Em ji hemû dewletên Cîhanê re dibêjin: Birawestin, hûn hemû berpirsiyar in, rastiya we tevan li ber diyar bûnê ye û dîrok dinivîsîne û dilovaniyê bi kesekî re nake.”
Elemîr di roja Zarokan ya Cîhanî de got: “li hemû bajarên cîhanê zarokan bi Reşkê Şevê ditirsînin, lê li welatê min tenê ewan bi polîs û Desthilatê ditirsînin.”
Herweha Elemîr berê li Netewên Yekbûyî li pêşiya nûnerên Dewletên Cîhanê li Cinêvê gotibû: “Ez ji Sûriya Hemza Elxetîb hatime bal we, Sûriya qurbanî, Sûriya ko hemû destûrên cîhanê li ber mafê wê bêçare man.
Welatê min yê ko stemkaran diruvên zaroktiyê ji kolanên wê rakirin, û ew sêwî kirin û Baxçeyên wê bê Gulên Semen hiştin, û Hêlan kirin Sêdar bêgunehiya zarokan li ser diçe û tê.
Bavo… Dayê… heta bi evan herdû pîrozan yên ku zarok bi aramiyê hest nabe pêyî tîpên navên wan bilêv bike, tawankariya Esed nehişt ko zarok li Sûriyê her sibeh ewê jî bibêjin, ne ji ber tu gunehî bes tenê ji ber ko bavên wan ji bo azadiya xwe derketin xwepêşindanan.”
Elemîr di gotinekê de li pêşiya nûnerên dewletên cîhanê li Cinêvê got: “Ma ne Con Kênêdî gotiye: (benda me bi hev ve girê dide ko em hemû li evê Gog Zemînê niştecih dibin û em hemû bi heman bayî dijîn û hemû bi paşeroja Zarokên xwe diramin û em hemû berbû nemanê diçin. ”
Çima îro siyasetmedar bi evê gotinê nakin, ma ne erkê rêkxistinên sivîl û yên mafnasiyê ye ko mafê xwe yê sivîl bikar bînin û fişarê li wan bikin da li belgeyên mafê mirovan vegerin.
Çima cîhan nema li gotina Kênêdî guhdarî dike, çima razî nabin ko zaroktî ew be peymana ko miletan tevan, tevlî ku ziman û çand û olên wan ne wek hev in, bike yek.
Elemîr got: “amadebûyên Birêz pêşindeyên zarokên me ne mîna yên zarokên Siwêsra û Emerîka û Parîs in, ne lîstok ji wan kêm in ne şekirok û ne şêranî, lê belê Dibistan û perwerde û derman , nexweşxane û vaksînên zarokan tune ne, rêjêmê ew ji ser bajarên ku dijî wî rabûne qut kirine, wek fişarekê li ser xelkên Sûriyê, , zarokê ko neketiye ber kîmya Esed de, dorpêçkirinê hişt nexweşiya pûçbûna zarokan pêre peyda bibe. ”
Û ji bo diyardeya çekdarkirina Zarokan cîgira Serok got: “li hemû dewletên cîhanê mirov di 18 saliya xwe diçe leşkeriyê, tenê li Sûriyê û piştî amanckirina Dibistanan û dorpêçkirinê û kuştina mirovên zarokan , dihêle ko ew di duwazdehsaliya xwe de çekan hilgirin.”
Awayê ko karibe leşkeriya zarokan birawestîne ne kongir û maseyên Çayxaneyan e, lê belê bi rêya Rêkxistinên mafnasiyê û danûstandin bi pêkhateyên ketwariyê yê berpirsiyar ko di civaka Sûrî de ev tişt peyda kirine.
Şerê nexweşiyên civakî nabe pêvî ko çareserkirina bingeha arîşeya ko nuha we lê guhdarî kir bête kirin. Rêka tenê ko nehêle zarok rahêjin çekan ew e ko em nehêlin Esed bermîlên kîmya bi ser wan de bavêje.
Rêka ko em sînor ji leşkerkirina zarokan re deynin ew e ko em pênûs û defterekê û masakê ji wan re dabîn bikin da li mamostayên xwe guhdarî bikin.”
Elemîr gotina xwe wisa bidawî kir:“bêdengiya navdewletî ya bêhempa derbarî tawankariyên cengê û mirovî yên ko Esed di dermafê zarokan pêk tîne, dihêle ko ev zarok projeyê bombeyeke demnîşankirî be, dibe di kîjan kêlîkê de bipeqe. Û dawî bi navê zarokê Sûriyê dibêjim: Berî dem derbas bibe: Min rizgar bikin.”
Jêder: Hevbendî