Di herdu rojên duşem û sêşema bûrî de, endamê Desteya Siyasî û Komîteya Penaberên Sûrî di dewletên derbasker re Nezîr Elhekîm, li Liyoblîlana paytexta Silovîniya pişkdarî di kongirekê de derbarê lênîrîneke nû ji pêwendiyên navdewletî re kir, û herwiha têde rewşa penaberên Sûrî nemaze li welatên derbasker hat rojevê.
Elhekîm daxwaz ji heryek ji welatên derbasker û yên penahgeh kir ku riyan xweş bikin li pêşiya derbasbûna penaberên Sûrî yên bi sedema baredoxên zehmet yên têde derbas dibin koçber dibin, û herwiha bisedema meynet û derdeseriya mirovî ya di Sûriya de ya bisedema dorpêça rêjîma Esed ya berdewam bi qutkirina xwarinê û nebûna ewlehî û derfetên kar û fêrkirinê û heta bigehe nedana belgenemayên fermî, hevdem Elhekîm amaje kir bi giringiya dabînkirina deverin demkî bo penaberan di navçeyên seqamgîr de û peydakirina sercem alavên piştgiriya pêwîst bo wan, heta roja rûxandina rêjîma Esed û pêkanîna seqamgîriya welat.
Têzanîn ku nêzîkî 200 kesayetiyên siyasî beşdarî kongir bibûn û ji wan hin serokwelat û serokwezîr jî hebûn, û nêzîkî 30 wezîrên derve û tevî serokê dadgeha tawanên navdewletî û serokên rêxistinên navdewletî yên kar di warê mirovî û fêrkirin û xêrxwazî de dikin, herwiha di kongir de Elhekîm nameyek radestî piraniya beşdarbûyan kir û ji wan daxwaza zêdekirina fişaran li ser rêjîma Esed kir, û herwiha doz li Civaka navdewletî kir bo pêşkêşkirina piştgiriyê ji bona dirustkirina Hikûmeteke xocihî ya sivîl li ser xaka Sûriyê bi serkirdayetiya Sûriyan, hevdem bal kişand ku şiyan û pêwendiyên Hikûmeta demkî li ser qadê hene, ku bibe alîkar ligel girûpên komeleyên sivîl û yên navçeya tenah.
Elhekîm di nameya xwe de tekezî li ser giringiya parastina sivîlan ji bombebarana bitewşî ya rejîma Esed kir, hevdem amaje bi wê yekê kir ku bombebarana bitewşî yek ji giringtirîn sedemên koçberî û penaberiya xelkê Sûriyê ye, lewra pêwîst e navçeya dijfirîn bête sepandin û ew take bijardeya ku cêbicî dibe bo parastina sivîlan.
Elhekîm cext li ser hindê kir ku hêwirandina penaberên Sûrî çareseriyek demkî ye, herwiha bal kişand ku wê Ewropa berdewam rûbirûyî qeyrana penaberan bibe û bi rêjeyên zêdetir, ji ber rewşa Sûriyê, û herwiha ji ber ku kes naxwaze jiyana xwe di kampan de derbas bike, û ameje kir ku dîtina çareseriyek Siyasî di Sûriya de ji bona kêmkirina qeyrana penaberan pêwîst e.
Jêder:Hevbendî