Cîgerê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hîşam Merwe dibîne ko têwirdana Rûsya ya leşkerî a dawî di Sûriyê de ew bi xwe piştgiriya Tiroristiya Esed û Çeteyên wî yên tirorist dik. “.
Merwe got: “Rûsya rola navgîniyê têk biriye û ne ji serkêşiya çareseriya siyasî re dibe û ne ya ko pêşxeriyan pêşkêş bike, piştî ko wek aliyekî di şerê Rêjîma Esed li dijî Gelê Sûrî bûye. ”
Cîgerê Serokê Hevbendiya Niştimanî got: “ doza Rûsya ji bo damezirandina Hevalbendiyekê li dijî Tiroristiyê dijberiyek di awayê Rûsya de ye, çimkî ew bi xwe piştgiriya tiroristiya Esed dike hem bi çekan hem jî bi pisporan û evê dawiyê bi şervanan, nuha jî bargeheke leşkerî li Peravên Sûriyê ava dike û hem Firokxanan nuh dike, heman ew Firokxaneyên ko Firokên Rêjîmê ji wan difirin û belmîlên teqîner bi xwe re rakirine û bi ser zarokên Sûriyê de berdidin. ”
Merwe tekez kir “Pêxeriyên ko Rûsya pêşkêş dike ev bûye çar sal her wisa ye dako demê bêtir bide Hevalbendê xwe ji bo miletê Sûriyê bêtir bikuje.”
Û got: Em dibînin piştgiriya Rûsya ji Rêjîma Esed re hişt ko Rêkxistinên tirorist bêtir bên û hem roleke mezin di damezirandina wan de kir. Em dibînin egerên koçkberiya mezin ber bi Ewropa ve ew jî ji berdewamiya Rêjîmê ye, ji kuştin û tirsandina miletê Sûrî ye, ji piştgiriya Rûsya ya bêsînor ji çar salan ve ko ji Rêjîma Esed re dike.
Bêtir got: “Em ji Rûsya dixwazin ko danekeve asta dagîrkirinê, çimkî ew ne di berjewendiya miletê Sûrî û Rûsî de ye û hem jî ewê ziyanê li peywendiyên istiratîcî di navbera her du miletan de bike”.
Jêder: Hevbendî